Gelo Celadê Kurdan diçe ber sêdarê?
Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeh îro biryara xwe ya li ser Celadê Kurdan dide.
Ecacê ku wekî "Celadê Zîndana Nugreselmanê/Celadê Enfalê" tê naskirin, îro li Dadgeha Resafeyê ya Bexdayê tê darizandin.
Parêzerê dozê diyar kir ku tohmetbar bi xwe li sûcên xwe mikur hatiye û dadgeh dê biryara dawî bide.
Darizandina dawî ya Celadê Enfalê Ecac Ehmed Herdan Tikrîtî îro li Bexdaya peytexta Îraqê ye.
Li hinek sûcên xwe mikur hat
Berdevkê Dezgeha Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê Erşed Hekîm hefteya borî ragihand ku Ecac li tawanên destdirêjiya li ser keçên girtî û birçîhiştina girtiyan mikur hatiye û ji Rûdawê re got:
"Gumanbar Ecac Ehmed Herdan di dema lêpirsînan de li gelek tawanên ku di dema xebata xwe ya li Nugreselmanê de pêk anîne mikur hat.
Gumanbar li destdirêjiya keçên Kurd ên li Girtîgeha Nugreselmanê, birçîhiştina girtiyan û rêlibergirtina gihîştina xwarinê ya ji bo wan mikur hatiye."
Îdam an na?
Eyad Kakeyiyê parêzerê Enfalbûyiyan ê di doza Ecac de jî 13ê Gulana 2026an ji Rûdawê re got:
"Di rûniştina borî de îfadeyên gilîkeran hatin girtin û tohmetbar jî bi zelalî li sûcên xwe mikur hat.
Vê yekê karê dadgehê hêsan kir da ku biryara dawî bide."
Eyad Kakeyî li ser wî cezayê ku tê çaverêkirin li Ecac Ehmed Herdan Tikrîtî were birîn da zanîn:
"Belge li dijî tohmetbar gelekî bi hêz in. Îfadeyên gilîkeran û mikurhatina tohmetbar a li ser kuştina mirovên bêguneh, şkence û destdirêjiyê, wiha dike ku em li gorî yasaya cezayê ya Îraqê pêşbînî bikin ku dê cezayê bidarvekirinê lê were birîn."
Celadê Nugreselmanê
Ecac Tikrîtî 31ê Tîrmeha 2025an hatibû girtin, ew di dîroka Enfalê de wekî yekî ji wan navan tê naskirin ku li Zîndana Nugreselmanê li hemberî Kurdên girtî "hovîtî" kiriye.
Tê payîn ku di rûniştina îro de nûnerên Wezareta Şehîd û Enfalbûyiyan, rêxistinên mafên mirovan û hinek xizmên qurbaniyan amade bin.
7ê vê mehê 26 şahidan û xizmên Enfalbûyiyan li pêşberî dadwer sonda yasayî xwaribû û hûrgiliyên wan sûcan gotibûn ku li Nugreselmanê li hemberî wan hatibûn kirin.
Çav li biryara dadgehê ne
Niha çavê hemû xizmên Enfalbûyiyan û raya giştî ya Kurdistanê li Dadgeha Resafeyê ye da ku bibînin piştî nêzîkî çar dehsalan di ser sûcê Enfalê re derbas bûne, dadgeh dê çawa yekî ji celadên herî navdar ên wê serdemê ceza bike.
Hinek tawanên wî
Ew bi şehîdxistina gelek kesên di Zîndana Nugreselmanê ya li parêzgeha Musenayê (Îraq) tê tawanbarkirin.
“Kûçikan laşên wan dixwarin”
Eyad Kakeyî diyar kir ku wî îfadeyên Ecac ên dema lêpirsînê dîtine û Ecac li tawanên xwe mikur hatiye û gotiye:
"Min serê sisê danan yek semûn dida Enfalkiriyên Zîndana Nugreselmanê û min avek dida wan ku nedihat vexwarin da ku bimirin.
Kesên ku canê xwe ji dest dida, ji zîndanê dihatin derxistin û dihatin binaxkirin; ji ber ku axeke kêm bi ser wan dihat dakirin termên wan derdiketin holê û kûçikan laşên wan dixwarin."
Li gorî agahiyên dosyayê, Ecac sala 1962yan li parêzgeha Selahedînê ji dayîk bûye û sala 1986an Koleja Ewlehiya Neteweyî qedandiye û li başûrrojhilatê Selahedînê hatibû girtin.
Eyad Kakeyî da zanîn ku Ecac di dema lêpirsînan de li wê yekê mikur hatiye ku ew dema Enfalê berpirsê Zîndana Nugreselmanê bûye.