Dewleta Qanûn naxwaze daîreya saloxgeriyê bikeve destê kurdan

Bexda (Rûdaw) – Hevpeymana Dewleta Qanûn ku li Iraqê di nav ‘Lîsta Hevpeyaniya Niştîmanî’ de mezintîrin alî ye, naxwaze di hikûmeta nû de careke dîtir seroktiya dezgeya saloxgeriyê (îstîxbarat) bikeve destê kurdan

 

Sadiq Lebban Parlementerê Dewleta Qanûnê got, “Hevpeyman naxwaze careke dîtir daîreya saloxgerî bibe ya kurdan”

 

Lebban her wiha got, “Dewlata Qanûn naxwaze dezgeya saloxgerî têkeve destê kurdan. Çi bandor û pêwendiya vê dezgeyê li ser Herêma Kurdistanê nîne. Ji wê zêdetir pêwendî bi hemû parêzgehên Iraqê re heye. Ger ev dezge jî têkeve destê kurdan tu roleke wê nabe."