Hadî Amirî: Dibe ku şerê navxweyî derbikeve

14-09-2017
RÛDAW
Nîşan Referandum Serxwebûn Kurdistan Giştpirsî Heşda Şeibî Hadî Amirî
A+ A-

Necef (Rûdaw) - Berpirsê Rêxistina Bedir a milîsê Şîe û Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Heşda Şeibî Hadî Amirî îdia kir ku heger li Başûrê Kurdistanê giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê bê encamdan dibe ku şerê navxweyî rû bide.

 

Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Heşda Şeibî Hadî Amirî li bajarê Necefê yê Iraqê axivî û ji bo paşxistina dema referanduma 25ê îlonê ya serxwebûna Kurdistanê daxwaz ji Hewlêr û Bexdayê kir ku bikev guftogoyan pêk bînin.


Fermadeyê şîe Hadî Amirî wiha got: “Heger referandum neyê paşxistin teqez şerê navxweyî dê derbikeve. Ne mimkûne ku em xwe ji vê şerî dûr bixin.”


Hadî Amirî dema şanda Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjan serdana Bexdayê kir ji Rûdawê re gotibû: “Ne mimkûn e em lûleya çekan bidin bedena pêşmerge.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst