Li Îraqê 550 girtiyên biyanî hene

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Dadê ya Îraqê Ehmed Liêbî ji Rûdawê re ragihand ku li Îraqê nêzîkî 550 girtî û hikûmxwarên biyanî di girtîgehan de ne.

Berdevkê Wezareta Dadê ya Îraqê Ehmed Liêbî got:

"Li girtîgehên Wezareta Dadê ya Îraqê, nêzîkî 550 welatiyên biyanî yên ji welatên endamên Yekîtiya Ereban û welatên din hene."

Ehmed Liêbî da zanîn ku yasaya dawî ya efûyê li ser girtiyên biyanî nayê bicihanîn.

Wezareta Dadê serê vê mehê ragihandibû ku di çarçoveya Yasaya Efûya Giştî de zêdetirî 30 hezar girtiyan hatine berdan.

Berdevk Ehmed Liêbî got, li Îraqê zêdetirî 68 hezar kesan li girtîgehan in ku bi gelek sûcên wekî kuştin, dizî, teror, sextekarî, gendelî û bazirganiya madeyên hişber hatine mehkûmkirin.