DAIŞ û artêşa Iraqê li nêzîkî balafirgeha Bexdayê di şer de ne

Bexda (Rûdaw)- Çedarên DAIŞê dîsa li bafirgeha Bexdayê nêzîk bûne û niha ew û artêşa Iraqê li wê deverê şer dikin lê hikûmeta Iraqê dibêje, tiştekî wisa tine.

Peyamnêrê Rûdawê li Bexdayê ragihand: “Hejmareke mezin ji hêzên ewlekariyê li nava bajarê Bexdayê hatine belavkirin û çendîn cadeyên sereke jî hatine girtin.”

Lê Berdevkê Wezareta Navxwe ya hikûmeta Iraqê Emîd Seid Meien ji Rûdawê re ragihand: “Rewşa nava bajarê Bexdayê aram e û ti şer di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên ewlekariyê de li nêzîkî balafirgeha Bexdayê derneketiye.”

Derbarê belavkirina hêzên ewlekariyê di nava bajarê Bexdayê de jî, Seid Meien wiha got: “Berdewam hêzên ewlekariyê di nava bajar de tên belavkirin, ji ber parastina asayîşa bajêr, ne ji bo metirsiya êrişên DAIŞê.”

Berdevkê Wezareta Navxwe ya hikûmeta Iraqê wiha domand: “Navçeyên derdora Bexdayê ji aliyên hêzên ewlekariyê ve parastî ne û ti pevçûnek di navbera wan û çekdarên DAIŞê de derneketiye û ew çekdar pir ji bajarê Bexdayê dûr in.”

Beriya niha jî, Serfermandarê Artêşa Amerîkayê general Martin Dempsey ragihandibû ku, pir nemabû ku çekdarên DAIŞê destê xwe deynin ser balafirgeha Bexdayê ya Navdewletî lê balafirên şer ên Amerîkayê li wan dan û ew ji wir dûr xistin.

Herwiha çend berpirsên pilebilind ên Iraqê ragihandibûn ku, 10 hezar çekdarên DAIŞê tenê 13 km ji deriyê Bexdayê dûr in û dixwazin êrişî Bexdayê bikin.