Girtiyên li girtîgeheke Îraqê: ‘Madeyên hişbir li hundir ji derve zêdetir in’
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Dadê ya Îraqê ragihand ku îro dê encamên lêkolîna komîteya taybet a li ser Girtîgeha Navendî ya Emareyê eşkere bibin.
Berdevkê Wezareta Dadê ya Îraqê Murad Sadî Rûdawê re ragihand:
“Piştî belavbûna vîdeoyeke ji nav Girtîgeha Navendî ya Emareyê, bi fermana Wezîrê Dadê doh komîteyeke lêkolînê hat avakirin.
Komîte rapor û rasparteyên xwe îro temam dike û her îro jî dê encam ji raya giştî re bê ragihandin.
Her berpirsê ku kêmasî kiribe, dê were darizandin.
Wî amaje pê kir ku ew dê çavê xwe ji gendelî û binpêkirinan re negirin û li pey çû:
"Li ser bingeha encamên karê komîteyê, dê rêkarên yasayî û îdarî yên gelekî tund li hemberî kesên ku kêmasî kirine bên girtin û navên wan dê herin dadgeha taybetmend."
Di vîdeoyê de çi heye?
Roja Şemiyê, vîdeoya hinek girtiyên li Girtîgeha Navendî ya Emareyê li ser torên civakî belav bû.
Di vîdeoyê de, girtiyan rûyê xwe pêçaye û gazinên tund arasteyî wezîrên dad û karên navxwe, Rêberê Tevgera Sedr û mercîyeta olî dikin.
Tawanên li dijî berpirsên girtîgehê
Girtî di vîdeoyê de çend tawanên giran dixin stûyê berpirsên girtîgehê, yên herî berbiçav ev in:
Firotina telefonên: Girtî dibêjin ku telefonên cureyê “Galaxy” bi milyonek û 500 hezar dînarî difiroşin wan. Paşê ji wan distînin û careke din bi heman bihayî difiroşin wan.
Madeyên hişbir: Li gorî gotina girtiyan, rêjeya madeyên hişbir a li nav girtîgehê ew qasî zêde ye ku ji "kolanan" jî zêdetir e. Ew berpirsên girtîgehê bi alîkariya ji bo anîna wan madeyan tawanbar dikin.
Binpêkirin û standina bertîlê: Girtî navê çend berpirsên girtîgehê didin (Necm Ebdulsade, Naîm Elî û Adil Cewad) û dibêjin ku miameleya wan xerab e. Her wiha amaje bi wê yekê dikin ku ji bo veguhestina ji qawîşekê, 100-300 hezar dînar ji wan tê standin.
Destdirêjiya li malbatan: Di beşeke vîdeoyê de girtî qal dikin ku di dema serdana malbatên wan de, zêr û kel û pelên jinên wan ji wan tên standin û bêrêzî li pîroziyên olî jî tê kirin.