Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron tekez kir ku divê pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê pirrengiya civakî nîşan bide.
Macron û Sûdanî li ser parastina agirbesta li Xezeyê hev ra bûn.
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro bi rêya telefonê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re axivî.
Di pêwendiya telefonî de, pêwendiyên di navbera her du welatan, bipêşketinên herêmî û qadên hevkariyê hatin gotûbêjkirin.
Lîderan li ser avakirina komeke hevpar ji bo diyarkirina dema serdana Macron a ji bo Bexdayê li hev kir.
Her wiha, îhtimala lidarxistina rûniştina sêyemîn a Konferansa Hevkarî û Hevpeymaniyê ya Bexdayê jî hat gotûbêjkirin.
Sûriye
Di pêwendiyê de, hat tekezkirin ku divê pêvajoya siyasî ya nû ya li Sûriyeyê berfireh be û bal hat kişandin ser giringiya tevlîkirina hemû beşên civakê di pêvajoyê de.
Her wiha, giringiya têkoşîna li dijî terorê û tundiyê jî hat tekezîkirin.
Libnan û Xeze
Lîderên Îraq û Fransayê diyar kir ku divê aramî li Libnanê were parastin, hewlên navneteweyî ji bo avakirina Xezeyê bên zêdekirin û agirbest were parastin da ku rê li ber aloziyên îhtimalî were girtin.
Derbarê bipêşketinên herêmî de, li ser zêdekirina hevahengiya hevpar a ji bo peydakirina aramiyê û rêlibergirtina zêdebûna aloziyê hev ra bûn.
Îran
Li aliyê din, hat diyarkirin ku divê ji bo pirsgirêka Îranê çareseriyeke aştiyane were dîtin, alozî zêde nebe û pirsgirêk bi rêya diyalogê werin çareserkirin.
Sûdanî, biryardariya xwe ya ji bo xurtkirina pêwendiyên di navbera Îraq û Fransayê û zêdekirina hevkariyê tekez kir.
Sûdanî bal kişand ser projeyên hevpar bi taybetî di warên aborî û çandî de û got dibe ku projeyên şirketên Fransî yên li Îraqê bên firehkirin.
Serokkomarê Fransayê Macron jî biryardariya xwe ya zêdekirina hevkariya bi Îraqê re di têkoşîna li dijî terorê de anî zimên.
Macron pesnê rola girîng a ku Îraq di têkoşîna li dijî terorê de dilîze da û got ku divê pêwendiyên di navbera her du welatan de di hemû qadan de bên xurtkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse