Wezîrê Petrolê yê Îraqê: Herêma Kurdistanê ji bo şandina petrolê razî nebûye

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî ragihand ku hinartina petrola Îraqê ya ji bo derve bi temamî sekiniye.

 Ji ber krîza enerjiyê ya li cîhanê û girtina Tengava Hurmizê Îraq çavkaniya sereke ya dahata xwe winda kiriye.

Heyan Ebdulxenî ji Rûdawê re eşkere kir ku ji bo qerebûkirina beşek ji wan ziyanên welêt, wan daxwaz ji Herêma Kurdistanê kiriye ku rê bide rojane 300 hezar bermîl petrol were hinartin lê Hewlêrê heta niha razîbûna xwe nîşan nedaye.

Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Me daxwaz ji birayên xwe yên li Herêma Kurdistanê kiriye ku ji bo hinartina petrola xav a bi rêya boriyên ku bi Boriya Petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê ve tên girêdan razî bibin.

Rêjeya petrola ku me ji bo hinartinê pêşniyaz kiriye, di navbera 250 hezar û 300 hezar bermîlî de ye.”

Wezîrê Petrolê destnîşan kir ku armanca vê daxwazê dabînkirina dahateke darayî ye.

Îraq dixwaze bi vî rengî wan ziyanên ku ji ber sekinandina hinartina petrola ji benderên başûr çêbûne qerebo bike.

Heyan Ebdulxenî got, "Desthilatdarên Herêma Kurdistanê heta niha razî nebûne.”

“Îraqê çavkaniya sereke ya dahata xwe winda kiriye”

Wezîrê Petrolê Heyan Ebdulxenî derbarê asta hilberîna niha ya Îraqê de ji Rûdawê re got, hilberîna petrola xav gelekî kêm bûye û tenê ji bo pêdiviyên navxweyî tê bikaranîn.

Heyan Ebdulxenî wiha di berdewamiyê jî de got, “Niha asta hilberînê di sînorê milyonek û 500 hezar bermîlî de ye.

Ev petrol tenê ji bo pêdiviyên parzûngehên petrolê yên li başûr, navîn û bakur û her wiha ji bo dabînkirina sotemeniya stasyonên berhemên elektrîkê tê bikaranîn.”

Wezîrê Petrolê eşkere kir ku niha ti rêjeya petrolê yan berhemên petrolê ji bo hinartinê tune ne.

Wezîrê Petrolê yê Îraqê da zanîn ku berê Îraqê rojane zêdetirî 3,4 milyon bermîl petrol hinarde dikir.

Heyan Ebdulxenî da zanîn ku niha ji ber sekinandina hinartinê, Îraqê çavkaniya sereke ya dahata biyanî winda kiriye.

Ev dahat ji bo dabînkirina xerciyên budceya giştî dihat bikaranîn.

Wezîrê Petrolê tekez kir ku parzûngeh niha bi şiyana xwe ya diyarkirî dixebitin da ku pêdiviyên navxweyî yên wekî benzîn, gazoîl, petrola spî û gaza malan dabîn bikin.

Hinartina petrolê ya bi tankeran a ji bo Urdun û Sûriyeyê

Îraqê wekî çareseriyeke demkî ya ji bo sekinandina hinartinê, dest bi hinartina petrolê ya bi rêya tankeran kiriye.

Heyan Ebdulxenî ji Rûdawê re eşkere kir ku biryar hatiye dayîn petrola Besreyê ji embara Zubêr 1 bi tankeran ji bo benderên Banyas û Tertûsê yên Sûriyeyê û bendera Eqebeyê ya Urdunê were hinartin.

Rêjeya petrola ku dê bi tankeran were hinartin, ji bo her du deryaçeyan rojane nêzîkî 150 hezar bermîlî ye.

Heyan Ebdulxenî di beşeke din a axaftina xwe de behsa projeyeke “stratejîk a mezin” kir ku dê pergaleke yekgirtî ya hinartina petrolê ber bi bakur ve ava bike.

Wezîrê Petrolê got, “Şiyana vê projeyê dê hebe ku rojane 2,25 milyon bermîl petrol hinarde bike.”

Li gorî gotina Wezîrê Petrolê, proje ji danîna boriya 5 înçî pêk tê ku ji parêzgeha Besreyê heta Hedîseyê dirêj dibe û dirêjahiya wê zêdetirî 670 kîlometreyî ye.

Heyan Ebdulxenî her wiha diyar kir ku dê 2 embarên mezin werin çêkirin û her yek ji wan dikare 10 milyon bermîl petrol hilgire.

Li gel vê yekê dê pênc stasyonên navendî yên ji bo pompekirina petrolê jî werin avakirin.

Heyan Ebdulxenî da zanîn ku armanca vê projeyê, hinartina petrola parêzgehên Besre, Mîsan û Zîqarê ya ji bo bakur e.

Wezîrê Petrolê yê Îraqê eşkere kir ku dê ev borî piştre ji aliyekî ve bi pergala hinartinê ya bendera Banyasê ya Sûriyeyê ve û ji aliyê din ve jî bi rêya boriya petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê bi bendera Ceyhanê ve were girêdan.