BEXDA - Balafirgeh bi mûşekan hat armanckirin: 5 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Jûra Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê Lîwa Seid Maen ragihand ku saet 19:00an bi 5 mûşekan êrişî Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê û derdora wê hatiye kirin.
Li gorî gotina Lîwa Seîd Maen di encama êrişê de 4 karmendên ewlehiyê yên balafirgehê û endezyarek birîndar bûne.
Seid Maen daxuyaniyek belav kir û eşkere kir ku mûşek li nav balafirgehê, stasyona parzûnkirina avê, nêzîkî Bingeha Esmanî ya Şehîd Ela û Girtîgeha Navendî ya Bexdayê ketine.
Hêzên ewlehiyê piştî êrişê yekser dest bi operasyona lêgerînê kirine.
Hat diyar kirin ku hêzan ew sehneya ku mûşek jê hatine avêtin li devera Redwaniyeyê ya rojavayê Bexdayê di nav wesayîtekê de dît.
Seid Maen diyar kir ku li ser vê êrişê ferman hat dayîn ku berpirsên ewlehiyê û efserên îstîxbaratê yên wê deverê ji kar werin dûrxistin.
Saziyên pêwendîdar dest bi rêkarên yasayî kirine û li derdora deverên ku hatine armanckirin tedbîrên ewlehiyê hatine tundkirin.
Piştî şerê Îran – Îsraîl û Amerîkayê bi hinceta hebûna hêzên Amerîkayê Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê ji aliyê komên çekdar ên “Berxwedana Îslamî ya Îraqê” ve ku nêzîkî Îranê ne tê armanckirin.