Îraq ji bo leşkeriya mecbûrî dest bi xebatan dike

Hewlêr (Rûdaw) - Heybet Helbûsî ji bo vegerandina pergala "leşkeriya mecbûrî" ya ku ji sala 2003yan ve hatiye rawestandin, dest bi xebatan kir.

Serokê Parlamentoya Îraqê Heybet Helbûsî ev gav hem ji bo ewlehiya niştimanî û hem jî ji bo karkirina ciwanan wekî "pêdiviyeke stratejîk" pênase kir.

Mijara leşkeriya mecbûrî ku bi salan e li Îraqê dibe sedema nîqaşên siyasî, ducare gihîşt asta herî bilind a dewletê.

Heybet Helbûsî li gel şandeyekê çû Wezareta Parastinê ya Îraqê û li wir bi Sererkanê Giştî yê Îraqê Ebdulmîr Reşîd Yarallah re civiya.

Helbûsî piştî civînê daxuyaniyek da û ragihand ku ew dê pêşniyaryasaya leşkeriya mecbûrî di demeke herî nêzîk de bixe rojeva parlamentoyê.

Helbûsî bal kişand ser dîsîplîna leşkerî û got:

"Ev yasa ne tenê stratejiyeke parastinê ye, di heman demê de ji bo avakirina nifşekî bidîsîplîn ku karibe berpirsyariya niştimanî bigire ser xwe pêdiviyeke civakî ye."

Li dijî bêkariyê formula leşkeriyê

Li gorî Serokê Parlamentoyê, bi bicihkirina vê yasayê re ne tenê xeta parastinê dê xurt bibe, dê di heman demê de li dijî bêkariya ciwanan a ku yek ji pirsgirêkên herî mezin e têkoşîn were kirin.

Armanca vê pêşniyaryasayê ew e ku enerjiya ciwanan bixe nav pergaleke birêkûpêk û pêkhateyên cuda yên etnîkî û dînî yên Îraqê di bin unîformayekê de bîne cem hev da ku yekîtiya niştimanî xurt bibe.

Di pêşniyaryasaya ku li parlamentoyê tê nîqaşkirin de hinek xalên balkêş hene:

Sînorê temen: Leşkeriya mecbûrî dê hemû welatiyên mêr ên di navbera 18 û 35 saliyê de li xwe bigire.

Şertê xebata li saziyên dewletê: Kesên ku leşkeriya xwe nekirine yan jî hinceteke wan a yasayî tune be, dê li ti daîre yan jî saziyên dewletê wekî karmend neyên wergirtin.

Bi biryara Paul Bremer hatibû rawestandin

Li Îraqê sepandina leşkeriya mecbûrî sala 2003yan piştî ku birêvebirê sivîl ê wê demê Paul Bremer artêş belav kir bi dawî bûbû.

Her çend di madeya 9an a Destûra 2005an de hatibe diyarkirin ku ev pergal bi yasayê dikare were birêkxistin jî, pêşniyaryasayeke wekî vê ya sala 2016an ji ber barê darayî û nakokiyên siyasî nebûbû yasa.

Helbûsî diyar kir ku vê carê dan û standinên pêşîn ên bi blokên siyasî re erênî derbas bûne û ev yasa dê bibe kevirê bingehîn ê pergala ewlehiyê ya serdema nû ya Îraqê.