Parîs (Rûdaw) – Îbrahîm Caferî Wezîrê Derve yê Iraqê got, ew bi erênî li çekên ku bo Pêşmerge tên şandin dinêrin û ger li çeperên şer pevçûn dijwar bibe emê bo gihîştina çekan rê hêsan bikin
Piştî dawîbûna konferansa navneteweyî ku ser rewşa ewlehiya Iraqê li paytexta Frensayê hatibû lidarxistin, Wezîrê Derve yê Iraqê di civîneke çapemenî de ser pirsa peyamnêrê Rûdawê Ala Şalî ya derbarê çekên ku bo Herêma Kurdistanê tên şandin de got, “Bexda bi awayekê nerm bo çekên ku ji hêla welatên rojava ve bo pêşmerge tên şandin dinêre. Ji ber ku aramiya bajarên Kurdistanê jî wek bajarên dîtir ên Iraqê girîng e.”
Caferî got, “Çekên ku bo pêşmerge tên şandin Destûra Iraqê vala dernaxe. Mexmûr nêzîkî Hewlêr e û di şerê DAIŞê de çeperek girîng e. Dema ku pêwîstiya pêşmerge bo çek û alîkarî çêbe em nerm lê dinêrin ku çek bo Kurdistanê bê şandin. Lê şêweya şandina çekan a yekser yan bi rêya Bexdayê mijareke dîtir e. Heger xeteriyek mezin di çeperên şer de hebe wê demê emê hêsankarî bo şandina çekên derve nîşan bidin.”
Di beşeke dîtir a civîna çapemenî de Caferî got, “Em bikarneanîna destûrê ret dikin û wek xeterek dibînin. Her wiha li Iraqê artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge û parazvanên sînorê hêzên fermî ne û besî Iraqê ne. Em şandina artêşeke dîtir baş nabînin lê piştevaniya asmanî û ya lojîstîkê bo me pir girîng e.”
Caferî got, hejmara koçberên nava Iraqê mîlyonek û 600 hezar heta mîlyonek û 800 hezar in û qebûl nekir ku koçber derkevin derveyî Iraqê û dom kir, “Koçberî di nava Iraqê de ye. Lê bo pêkanîna pêdiviya koçber û avakirina cihên ku ji ber DAIŞê wêran bûne, em piştevaniya hin welatan dixwazin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse