Bexda: Îranê li ser daxwaza me sînor daxistin
Hewlêr (Rûdaw) – Malpera Wezareta Derve ya Iraqê daxuyaniyek belav kiriye, ku Îranê li ser daxwaza hikûmeta Iraqê deriyên sînorî li ser Herêma Kurdistanê daxistine.
Daxuyanî li ser navê Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Dr. Ehmed Mehcûb hatiye belavkirin û tê de hatiye gotin: “Li ser daxwaza hikûmeta Iraqê, îro Komara îslamiya Îranê deriyên sînorî yên fermî li ser Herêma Kurdistanê girtin.”
Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê amaje bi wê jî kiriye, daxistina sînoran ji aliyê Îranê ve “di çarçoveya rêkarên hikûmeta federal a Iraqê yên bo sepandina tevahiya kontrola xwe li ser deriyên sînorî û firokexaneyên Herêma Kurdistanê de û bi armanca garantîkirina yekîtiya xaka Iraqê ye.”
Li gor heman daxuyaniyê, ew rêkar piştî referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê hatine cîbicîkirin, ku bi nerewa hatiye binavkirin.
Pêştir Rêveberê Giştî yê Gumrukê li Herêma Kurdistanê, Samal Ebdulrehman ji Rûdawê re gotibû, ku ew biryar tenê li deriyên sînorî yên fermî bi Îranê re hatiye cîbicîkirin û li deriyên sînorî yên Kêlê, Seyranben û Tewêle ku sînorên nîvfermî yên navbera Kurdistanê û Îranê ne, hatinûçûn û tevgera bazirganî berdewam e.