Musena Emîn: Divê Iraq dawî li destdirêjiyên Tirkiyê bîne

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Lijneya Peywendiyên Derve ya Parlementoya Iraqê û Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Musena Emîn ji hikûmeta Iraqê daxwaz dike ku helwesteke tund li hember êrişên Tirkiyê yên ser Başûrê Kurdistanê nîşan bide. Emîn êrişên Tirkiyê weke destdirêjî bi nav dike û di wê baweriyê de ye ku ev metirsî û gefeke cidî ye li ser asayiş û pêkvejiyana vê herêmê.

 

Musena Emîn beşdarî bulteneke nûçeyan a Tora Medyayî ya Rûdawê bû û ragihand: “Roja derbasbûyî Lijneya Peywendiyên Derve ya Parlementiya Iraqê daxuyaniyek da û têde destxweşî li Wezareta Derve ya Iraqê kir ku bi fermî bangî Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê kiriye ji bo lêpirsîn û gihandina nerazîbûna tund a hikûmeta Iraqê li ser wê yekê ku Tirkiyê hemû car kirine ku serweriya axa Iraqê dişkînin û tên di kûrahiya axa Iraqê de welatiyên me dikin armanc. Çendîn car di wan êrişan de bi dehan kes bûne qurbanî.”

 

Emîn diyar kir: “Êrişên bi vî rengî bûne rêgireke rasteqîn li ber avakirina wan gundên ku dikevin ser sînor. Ev berevajî cîrantiyê ye ku divê di navbera Tirkiye û Iraqê de hebe û berevajî îltizamên Tirkiyê ye li ser parastina serweriya axa Iraqê û ewlehî û asayişa Iraqê. Ev metirsî û gefeke cidî ye li ser asayiş û pêkvejiyana vê herêmê. Eger hat û Tirkiye van destdirêjiyan bi dawî neke, divê Iraq helwesteke tund nîşan bide û ez bawer im yekem car e ku Iraq bi vî awayî bi tundî helwest nîşanî Tirkiyê da.”

 

Musena Emîn ku di heman demê de Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ye li Parlementoya Iraqê, dibêje: “Me ji hikûmeta Iraqê daxwaz kiriye ku divê bi Tirkiyê re bigihîje sînorekî ku him cîrantî di navbera wan de parastî be û him jî ti aliyek li ti derekê nebin armanc û dawî li vê destdirêjiya ser can û malên welatiyên me were anîn.”

 

Şeva pêncşemê 13-12-2018an firokeyên şer ên Tirkiyê êriş kirin ser pêgehên PKKê yên li Şingalê û kampa penaberên Bakurê Kurdistanê ya li Mexmûrê, ku di encama êrişê de 4 kesan canê xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

 



 

 

 

 

Wêneyên cihê bombebarana Tirkiyê ser kampa Mexmûrê