Erefat Kerem: Fraksiyonên Kurdistanî dê bûdceya 2018an pesend nekin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokatiya Komara Iraqê ji hikûmeta Iraqê daxwaz kir, ku xwestekên ji bo guhertina projeyasaya bûdceya sala 2018an cîbicî bikin. Herwiha fraksiyonên Kurdistanî yên li Bexdayê jî biryar dane, ku projeyasaya bûdceyê pesend nekin.

 

Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm û her sê cîgirên wî îro 16ê Çileya 2018an civiyan û ji hikûmeta Iraqê xwestin, ku daxwazên ji bo guhertina projeyasaya bûdceya 2018an bi cih bînin.

 

Parlementoya Iraqê roja çarşemê dê bicive û biryar e xwendina yekem a ji bo projeyasaya bûdceya sala 2018an bike. Fraksiyonên Kurdistanî jî li ser wê yekê rijd in ku deng nedin projeyasaya bûdceyê.

 

Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê li Parlementoya Iraqê Erefat Kerem ji Rûdawê re ragihand, ku fraksiyonên Kurdistanî îro civînek pêk anîne û biryar dane ku projeyasaya bûdceya Iraqa Federal a sala 2018an pesend nekin.

 

Kurd, Erebên Sunî û beşeke Şîeyan daxwaz dikin, ku di projeyasaya bûdceya sala 2018an de guhertin werin kirin. Herwiha daxwaza Kurdan jî ew e ku para bûdceya Herêma Kurdistanê weke berê, bibe %17ê bûdceya Iraqê.

 

Li gor yasayên Iraqê, eger di salekê de ji bo bûdceyê deng neyê dayîn, divê hikûmet her meh, yek ji ser 12ê bûdceyê, ji bo pêwîstiyan xerc bike, ango heta 12 mehan, hemû bûdce dê were xerckirin.