Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina Çavderiya Mafên Mirova ragihand ku hêzên iraqî li Mûsilê û derdora wê malên sivîla talan û wêran kirine.
Rêxistina Çavderiya Mafên Mirova derbarê kiryarên komên ser bi hêzên ewlekariyê Iraqê yên li Mûsil û derdora wê de raporek belav kir.
Li gorî rapora navborî komên ser bi hêzên ewlekariyê Iraqê ku beşdarî operasyona bûne, ji meha Mijdara 2016ê heta Sibata 2017ê ligel bajarokê Hemdaniyê li gundên Eşwa, Meşrîfat, Cisir, Xoytelê û Xidir malên sivîlan talan kirine.
Di raporê de piranî hêzên hatine tawanbarkirin piranî hêzên iraqî û taybetî milîsên Heşda Şeibî ne.
Di rapora de ji hikûmeta Iraqê hatiye xwestin ku derbarê “binpêkirinan” de lêkolîn û lêpirsînê bide destpêkirin di heman demê de hatiye gotin ku bila Amerîka jî ji bo lêkolîn û lêpirsîn bi hurgilî bêne emcandan fişarê li ser rêveberiya Bexdayê pêk bîne.
Herwiha di rapora Rêxistina Çavderiya Mafên Mirova hatiye amajekirin ku Mizgefta Eşwa jî ligel 345 avahiyan hatiye wêrankirin.

Operasyona rizgarkirina Mûsilê, roja duşemî 17ê Cotmeha 2016 ve û bi beşdariya Hêza Pêşmerge, Artêşa Iraqê û bi piştevaniya hevpeymanan û Amerîkayê dest pê kir. Herwiha piştre çekdarên Heşda Şeibî jî tevli operasyonê bûn.
Heta niha di çarçoveya operasyonên de bi dehan gund û bajarok ligel alîue rojhilatê bajêr hatine kontrolkirin.

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse