Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Yekîneya Babilyon a Mesîhiyên Iraqê Reyan Kildanî red kir, ku gefa wê yekê xwaribe ku tolê li xelkê Mûsilê hilde û got, dîmenên ku di derheqê wî de hatine belavkirin, montajkirî ne.
Di van rojên dawiyê de li ser medyaya civakî video têne belavkirin ku têde Reyan Kildanî dibêje; ew dê tola xwe ji xelkê Mûsilê hildin û xelkê Mûsilê weke kujerên Hezretê Hisên bi nav dike.
Kildanî li ser vîdeoya navborî ji Rûdawê re axivî û diyar kir, hin cihên vîdeoyê hatine jêkirin û bi montajê gotinên wî çewt dane nîşandan.
Kildanî li ser gotinên xwe wiha axivî: “Min gotibû ‘em dê ji DAIŞê tola xwe hildin. Ew neviyên Yezîd in, ew kujerên Hezretê Hisên in’. Lê di axavtina min de mebesta min xelkê Mûsilê nebû. Jixwe em hatin vê derê, da ku xelkê Mûsilê rizgar bikin, ew birayên me ne.”
Fermandarê Mesîhî destnîşan kir, hin alî dixwazin dijminahî têxin navbera wan û gel, ji ber vê yekê jî ji vîdeoyê, cihên ku qala DAIŞê dike derxistine û belav kirine.
Vîdeoya ku çend roj berê hatibû belavkirin nîşan dida ku Kildanî dibêje: “Mesîhiyên Neynewayê sond xwarine ku ji xelkê Mûsilê tola xwe hildin. Ew ji Yezîd, em jî ji nifşa John in. Dîrok careke din dubare dibe.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse