Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî ragihand ku wan ji bo hinardekirina petrolê ya bi rêya Bendera Ceyhanê dest bi xebatan kiriye.
Ev xet dê di Herêma Kurdistanê re derbas nebe.
Heyan Ebdulxenî her wiha da zanîn ku hilberîna petrolê ya niha rojane daketiye 1,5 heta 1,6 milyon bermîlan.
Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî li ser mijarê daxuyaniyek da.
Heyan Ebdulxenî ragihand ku ji bo hinartina hinek petrolê bi rêya Bendera Ceyhanê hewldanan dest pê kiriye.
Ebdulxenî diyar kir ku xeta veguhastina petrolê ya Îraq û Tirkiyeyê tê nûjenkirin
Kapasîteya vê xetê jî rojane 200 heta 250 hezar bermîl e.
“Tenê 100 kîlometre maye”
Li gorî gotina Wezîrê Petrolê yê Îraqê, tenê 100 kîlometreyên xetê ji bo kontrolkirinê mane. Ev kar jî dê di nava hefteyekê de biqede.
Piştî kontrolkirinê dê petrola Kerkûkê bi wê xetê rasterast were hinardekirin û dê di Herêma Kurdistanê re derbas nebe.
Daxwaza ji Herêma Kurdistanê
Wezareta Petrolê ya Îraqê berê ji Herêma Kurdistanê xwestibû ku rê bide da ku petrol di xeta Herêma Kurdistanê re were hinardekirin.
Daxuyaniya Heyan Ebdulxenî piştî wê daxwazê hat dayîn.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê jî li hemberî vê daxwazê amadebûna xwe nîşan dabû.
Wezaretê ragihandibû ku ew amade ne tîmên pispor bicivin da ku bigihin encamekê û "hemû Îraq jê sûdê bibîne".
Rêyên nû: Sûriye û Urdin
Wezîrê Petrolê yê Îraqê ragihand ku wan dest bi xebatan kiriye da ku petrolê bi rêya Bendera Banyasê ya Sûriyeyê û Eqebeyê ya Urdinê re jî hinarde bikin.
Tengava Hurmuzê ya li Kendavê ji 28ê Sibata borî ve girtî ye. Ev tengav rêya sereke ya hinardekirina petrola Îraqê bû.
Hat biryardayin ku piştî girtina vê tengavê petrola Îraqê bi tankeran ji wan her du benderan (Baniyas û Eqebe) were hinardekirin.
Para Îraqê ya di OPEKê de
Heyan Ebdulxenî da zanîn ku para Îraqê ya hilberîna petrolê di çarçoveya OPECê de 4,4 milyon bermîl e.
Lê belê hilberîna niha ya Îraqê rojane di navbera 1,5 û 1,6 milyon bermîlan de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse