Berpirsê ewlehiyê yê Ketaîbên Hizbulahê hat kuştin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Ebû Elî Eskerî Îraq Kuştin Ketaîbên Hizbulahê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ketaîbên Hizbulahê ya Îraqê ragihand ku berpirsê ewlehiyê yê koma wan Ebû Elî Eskerî hatiye kuştin.

Ketaîbên Hizbulahê her wiha şûngirê Ebû Elî Eskerî jî diyar kir.

Emîndarê Giştî yê Ketaîbên Hizbulahê ya Îraqê Ebû Husên Hemîdawî li ser mmijarê daxuyaniyek belav kir.

Hemîdawî di daxuyaniya xwe de kuştina Ebû Elî Eskerî ragihand.

Ebû Elî Eskerî berpirsê ewlehiyê yê Ketaîbên Hizbulahê bû.

Ew di heman demê de yek ji dengên herî diyar ên medyayî û ewlehiyê yên komê bû.

Berpirsê nû dest bi kar kir

Emîndarê Giştî yê Ketaîbên Hizbulahê Hemîdawî di heman daxuyaniyê de eşkere kir ku berpirsê nû yê ewlehiyê yê komê dest bi kar kiriye.

Hemîdawî diyar kir ku ji niha û pê ve dê "Hecî Ebû Mucahîd Esaf" wekî berpirsê ewlehiyê yê Ketaîbên Hizbulahê kar bike.

Hecî Ebû Mucahîd Esaf dê erkên Ebû Elî Eskerî bigire ser milê xwe.

Cih û awayê kuştina wî ne diyar in

Ebû Elî Eskerî wekî berpirsê ewlehiyê yê Ketaîbên Hizbulahê tê naskirin.

Ew salên borî bi belavkirina peyamên xwe yên tund ên li ser torên civakî dihat naskirin.

Wî bi taybetî li ser "Telegram"ê peyamên xwe belav dikirin.

Eskerî di wan peyaman de helwestên fermî yên ewlehiyê yên komê yên li hemberî hêzên Amerîkayê û hikûmeta Îraqê radigihandin.

Heta niha Ketaîbên Hizbulahê cih û awayê kuştina Eskerî bi hûrgilî eşkere nekiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst