Besre - Bi 3 dronan êrişî Qada Petrolê Mecnûnê hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî agahiyên ji Besreyê hatine wergirtin, bi 3 dronan êrişî Qada Petrolê ya Mecnûnê hat kirin.

Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji Besreyê bi dest xistine, îşev bi 3 dronan êrişî Qada Petrolê ya Mecnûnê ya li rojhilatê Besreyê hat kirin.

Drona yekem li birca ragihandinê ya qada petrolê xistiye.

Drona duyem li Ofîsa Kompanyaya KBRyê ya Amerîkayî daye.

Heta dema amadekirina vê nûçeyê li ser drona 3yem agahiyên zelal nehatine wergirtin.

Beriya niha jî 13ê Adara 2026an çavkaniyeke ewlehiyê yê parêzgeha Besreyê ji Rûdawê re ragihandibû ku bi 2 dronan êrişî Qada Petrolê ya Mecnûnê hatiye kirin.

Heman çavkaniyê gotibû ku droneke ku çavkaniya wê ne diyar e, 12ê Adara 2026an saet 23:00an li nêzîkî pira boriyan a li Qada Petrolê ya Mecnûnê ketiye.

Li gorî agahiyên Rûdawê, droneka din jî li nêzîkî heman qada petrolê ketiye.

Qada Petrolê ya Mecnûnê nêzîkî sînorê Îraq û Îranê ye û 60 kîlometreyan dûrî bajarê Besreyê ye.

Ev qada petrolê wekî yek ji qadên herî giring ên Îraqê tê dîtin.

Çiriya Pêşîn a sala 2025an, şirketa Exxon Mobilê ji bo bipêşxistina Qada Petrolê Mecnûnê û berfirehkirina binesaziya hinartina petrolê ya li başûrê Îraqê re peymanek îmze kiribû.

Li aliyê din, nûçegihanê Rûdawê yê Bexdayê Helkewt Ezîz 10ê Adara 2026an ragihandibû ku 2 dron li nav Qada Petrolê ya Mecnûnê ya Besreyê hatine xistin.

Her wiha li nêzîkî Bendera Besreyê ya herî nêzîkî Xur Ebdulahê li keştiyeke petrolê hatibû xistin.

Şirketa Gaza Besreyê jî ji ber êrişên li ser 2 keştiyên petrolê ku 12ê Adara 2026an li nav ava Îraqê çêbûbûn xemgîniya xwe anîbû zimên