Nûnerê Trump ji Mûsilê peyamek tund da: Yan teslîm bin an jî bimrin
Mûsil (Rûdaw) – Nûnerê Teybetî yê Serokê Amerîkayê ya ji bo şerê li dijî DAIŞê Brett McGurk gurk serdana başûrê Mûsilê kir û got: “Çekdarên DAIŞê yên mane, divê yan xwe teslîm bikin an jî bimrin.”
Nûnerê Teybetî yê Serokê Amerîkayê ya ji bo şerê li dijî DAIŞê Brett McGurk ji bajarokê Hemam Elîl a başûrê Mûsilê ve peyamek tund da DAIŞê û got: “Ji bo bidawîkirina şerê DAIŞê nikarim dem destnîşan bikim. Ev operasyonekî dirêj û giran e. Lê DAIŞ li rojavayê Mûsilê di pêgehên xwe yên dawîn de ye. Têkbirina DAIŞê êdî bi demê ve girêdayî ye û maye ser demê. Ew çekdarên mane yan divê xwe radest bikin an jî dê bimrin.”
Derbarê çekdayîna YPGê û nîgeraniyên Tirkiyê de McGurk giyar kir, ku di vî derbarî de bi berdewamî ligel Tirkiyê danûstandinan dikin da ku wan piştrast bikin.
McGurk got: “Beriya çend rojan di lûtkeya NATO ya brûkselê de min gotarek pêşkeş kir. Hevpeymanên me yên tirk jî li wir bûn. Serok Erdogan jî çûye Amerîka. Lewma bi berdewamî pêwendiyên me ligel Tirkiyê hene. Ji bo me ya giring derxistina DAIŞê ji Reqayê ye.”
Nûnerê Teybetî yê Serokê Amerîkayê ya ji bo şerê li dijî DAIŞê da xuyakirin, ku plana ji bo konrolkirina axên di binb destê DAIŞê de bi başî tê cîbicîkirin û xelkên ji malên xwe reviyane, vedigerin cih3e xwe.
Li Mûsilê hêz û desthilata DAIŞê berbi rûxandinê ve diçe. Li Sûriyê jî hêzên hevpeymanan ligel hêzên hevbeş xwe ji şerekî mezin re amade dikin. Armanca vî şerî kontrolkirina paytexta xelîfetiya DAIŞê ye lê ji bo destpêkirin û bidawîbûna şer roj nehatiye diyarkirin.