Nûrî Malikî bi sirûda Sedam Husên hate pêşwazîkirin
Hewlêr (Rûdaw) – Nûrî Malikî li bajarê Necefê bi sirûda serdema Sedam Husên hate pêşwazîkirin.
Ev sirûd piştî şerekî ku li dijî Îranê 8 salan berdewam bû û Îran şikestibû, hatibû amadekirin.
Nûrî Malikî dixwaze hemû hêz û komên pêkhateyên cûr bi cûr nêzîkî xwe bike û di nav suniyan de jî çend grûp û partî hene ku piştgirî didin Malikî.
Tê diyarkirin, dibe ku Malikî bi lêxistina stranên serdema Sedam Husên, hewl dide rizamendiya suniyên Iraqê bikşîne û cardin xwe bigihîne desthilatê.
Nûrî Malikî niha yek ji kesayetên bihêz ên grûpên siyasî yên şîe ye.
Hin çavkanî aşekere dikin, ku Malikî bi sedan milyar dolarên Iraqê birine û bi wê rêyê kariye hêzên ewlehiyê û grûpên çekdarî li cem xwe kom bike.
Herwiha li Bexda, li deverên navîn û başûrê Iraqê gelek kesan bi rêya darayî nêzîkî xwe kiriye.
Xewneke mezin a siyasî ya Nûrî Malikî heye.
Serokê Grûpê Esayîbê Ehlî Heq, Qeys Xez’elî ku grûpekî mezin e li nav Heşda Şeibî, dibêje: “Divê serokwezîrê dahatû yê Iraqê ji Heşda Şeibî be, yan jî kesekî ku Heşda Şeibî piştgirî dide be.”