Emmar Hekîm: Cihêbûna kurdan dê bibe sedema tsûnamiyê

16-07-2017
RÛDAW
Nîşan Emmar Hekîm Iraq Kurdistan
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Serokê Hevpeymaniya Nîştîmanî ya Şîeyên Iraqê Emmar Hekîm got, ku kurd bi rijd in ji Iraqê cihê bibin. Ev yek jî dê li herêmê tsûnamiya parçebûnê bi xwe re bîne.  

 

Emmar Hekîm li nivîsîngeha xwe ya li Bexdayê gotarek pêşkeş kir û desrbarê daxwaza kurdan a cihêbûna ji Iraqê de hişyarî dan û got: “Ev cihêbûn dê bandore li piraniya navçeyên Iraqê bike. Beriya hemûyan jî li Besrayê û bajarên başûr. Paşî dê derbasî welatên cîran bibe. Bi vî awayî dê herêm rûbirûyê tsûnamiya cihêbûnê bibe.”

 

Emmar Hekîm, ku di heman demê de Serokê CivataBilind a Îslamî ye, diyar kir: “Di destûrê de cih nade cihêbûna kurdan. Mafê çarenivîsê mafekî mirovahiyê ye lê pirsgirêk di çawaniya desteberkirinê de ye.”

 

Serokê Hevpeymaniya Nîştîmanî ya Şîeyên Iraqê ji dîrokê mînak anîn û da xuyakirin di dîrokê de kurdan 2 caran deng daye mayîna li gel Iraqê û got: “Carekê di sala 1917ê de û cara duyemîn jî di sala 2005ê de, kurdan dengê xwe dane Iraqekî federal û yekgirtî, herwiha deng dane destûra nû ya Iraqê.”

 

Hekîm herwiha balkişande ser sînorên nû yên Herêma Kurdistanê û wiha axivî:

 

“Rûbera Herêma Kurdistanê ya beriya sala 2003ê cuda ye ji rûberê niha ku ji sedî 100 firehtir bûye. Ev rûber gihiştiye ser erdê hozên ereb û tirkmenên Mûsil, Selahadîn, Diyale û Kerkûkê.”

 

Emmar Hekîm destnîşan kir, ku pirsgirêkên niha yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dikarin bi rêya diyalogê werin çareserkirin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst