Seidî Pîre: Li Bexdayê ti kes li dijî mafê çarenivîsê yê gelê Kurd nîne

Bexda (Rûdaw) – Endamê şanda Encumena Bilind a Referanduma Herêma Kurdistanê ya li Bexdayê, Seidî Ehmed Pîre ragihand: “Ti kes li dijî mafê gelê Kurd ê diyarkirina çarenivîsê nîne.”

 

Seidî Pîre êvariya îro çarşembî 16ê Tebaxa 2017ê di konfranseke rojnamevanî de behsa hevdîtin û civînên şanda bilind a Herêma Kurdistanê li gel rayedarên hikûmeta Iraqê û kesatiyên siyasî yên Iraqê kir.

 

Seidî Pîre got: “Me ji berpirsên Bexdayê re ragihand, ku gelê Kurd ji hikûmeta Iraqê bê hêvî bûye û me bêhêvîbûna gelê Kurd gihande piraniya berpirsên Iraqê.”

 

Pîre derbarê civîna şanda Kurdistanê li gel Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malikî de jî da xuyakirin: “Malikî daxwaz kir, em gotûbêjên zêdetir li ser referandumê bikin.”

 

Wî endamê şanda pilebilidn a Herêma Kurdistanê li ser encama civînên li Bexdayê jî axivî û tekez kir: “Bi giştî ti kes li dijî mafê gelê Kurd ê bo diyarkirina çarenivîsê nîne.”

 

Şanda Encumena Bilind a Referanduma Herêma Kurdistanê bo gotûbêjkirina biryara referandumê û pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê serdana Bexdayê kiriye.