Îraq 3 lîstikên navdar qedexe dike
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê ragihand ku bi hinceta teşwîqkirina tundiyê, wan biryar daye lîstikên onlineyên navdar PUBG, Fortnite û Robloxê qedexe bikin.
Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê diyar kir ku PUBG, Fortnite û Roblox ji bo ewlehiya civakî gef in û dem û pereyên ciwanan pûç dikin.
Cîgirê Misteşarê Kar û Barên Polîsan ê Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê Mensûr Elî ji Rûdawê re ragihand:
"Di nava çend mehên pêş de dê dest bi pêvajoya astengkirin û rawestandina lîstikên elektronîk ên wekî PUBG, Fortnite û Robloxê were kirin."
Mensûr Elî tekez kir ku sedema sereke ya biryarê "gefên li ser ewlehiya civakî û pûçkirina dem û pereyên zarok û ciwanan" e.
Bingeha yasayî û destpêkirina kampanyayê
Mensûr Elî diyar kir ku ev qedexe dê li ser bingeha Yasaya hejmar 2ya sala 2013an be ku hawirdekirin, hilberîn, bazirganî û firotina lîstikên ku tundiyê teşwîq dikin û fîşekên hewayî yên ku gefê li ewlehiyê dixin, qedexe dike.
Li ser daxwaza Wezareta Bazirganiyê, Komîteya Niştimanî ya Daîmî ya Rêxistina Çekan a Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê, bi hevkariya polîs û yekîneyên din ên ewlehiyê, li dijî van cure lîstikên tund û fîşekên hewayî kampanyayeke berfireh daye destpêkirin.
Cezayên giran tên
Li gorî yasayê, kesên ku lîstikên tundiyê teşwîq dikin an jî fîşekên hewayî yên xeternak hawirde dikin, hildiberînin, bazirganiyê pê dikin an jî difiroşin dê bi cezayê girtinê yê ji 3 salan zêdetir an jî bi 10 milyon dînarê Îraqî (nêzîkî 7 hezar û 600 dolarê Amerîkî) cezayê pereyî werin cezakirin.
Mensûr Elî ragihand ku par zêdetirî tonek û îsal jî heta niha di navbera 4 û 5 tonan de fîşekên hewayî hatine bidestxistin.
Mensûr Elî her wiha da zanîn ku par ji ber fîşekên hewayî zêdetirî 200 kesî birîndar bûne û rewşa hinekan ji wan giran bûye.