Fetwaya Sîstanî ya li ser 'chat'a jin û mêran

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Bilind ê Şîeyên Îraqê Elî Sîstanî fetwayeke nû da.

Sîstanî ragihand ku axaftina jin û mêran a bi rêya bernameyên înternetê eger bibe sedema "heram"ê ne durist e.

Nivîsgeha Elî Sîstanî doh bersiva çend pirsên şerî da.

Di bersivan de behsa pêwendiyên di navbera jin û mêran ên li cîhana dîjîtal de hat kirin.

"Ne durist e"

Sîstanî li ser chat û axaftina jin û mêran a li ser wan platformên ku ji bo sohbetên giştî ne wiha got:

"Eger misogerî tunebe ku ew nakevin nava heramê, ne durist e.

Her wiha eger ew kar wan gav bi gav ber bi heramê ve bibe jî ne durist e."

Derbarê avakirina "hevaltiyê" ya di navbera jin û mêran de ya bi rêya înternet û medyaya civakî de fetwa kurt û zelal e: "Ne durist e."

Peyamên nivîskî

Elî Sîstanî li ser wan chatên ku tenê bi "nivîskî" ne jî hişyarî da.

Li gorî fetwayê, eger tirs hebe ku aliyê beramber mirov bikişîne nav karên heram ev jî "ne caîz" in.

Hat diyarkirin ku ferq nake bê ev yek di demeke kurt de yan jî bi demê re çêbibe.

Ev fetwayên Sîstanî di demeke wiha de tên ku li Îraqê bikaranîna medyaya civakî zêde bûye.

Ev mijar gelek caran ji aliyê dînî û civakî ve dibin sedema nîqaşan.