Parlamentoya Îraqê sererkan diyar kir: Kurd ji rûniştinê derketin
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Îraqê di rûniştina îro de peyrewa navxwe sererast kir û 22 komîteyên daîmî pesend kirin.
Her wiha deng li ser diyarkirina her yek ji Sererkan û Emîndarê Bexdayê da ku mijara Sererkan bû, bû sedema nerazîbûna fraksiyonên Kurdistanî.
Îro Parlamentoya Îraqê bi serokatiya Heybet Helbûsî, rûniştina xwe ya dehemîn a di serdema şeşemîn a hilbijartinê û sala yekem a yasadanînê de pêk anî.
Di destpêka rûniştinê de parlamentoyê li ser sererastkirina peyrewa navxwe ya taybet bi komîteyên daîmî deng da.
Li gorî sererastkirina nû, hejmara komîteyan ji 25an daxist 22yan û komîteyeke nû ya bi navê “Komîteya Deriyên Sînorî û Parastina Berhemên Niştimanî” lê zêde kir.
Di beşeke din a rûniştinê de, parlamenteran li ser diyarkirina Ebdulemîr Yarellah a di posta Sererkanê Îraqê û Emmar Mûsa Kazim di posta Emîndarê Bexdayê de deng da.
Ev yek piştî wê hat ku li ser daxwaza parlamenteran xala dengdana li ser van her du postan xistin nav rojevê.
Ev yek di demekê de ye ku doh Hevpeymaniya Ezimê bi serokatiya Musenna Semeraî xwestibû ji bo "pêkanîna hevsengiya di navbera Şîe û Sunneyan de", posta Emîndariya Bexdayê bidin Sunneyan, ji ber ku wekî wî gotibû, nabe di heman demê de postên parêzgar û emîndarê Bexdayê di destê pêkhateyekê de bin.
Posta Sererkanê Îraqê ji 2003yan heta 2015an di destê Kurdan de bû lê piştî malnişînbûna Babekir Zêbarî ya ji wê postê di 2015an de, heta niha ew post di destê pêkhateya Şîe de ye.
Nerazîbûna Kurdan
Endama Fraksiyona PDKyê ya Parlamentoya Îraqê Kewê Mîro Bergarêyî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, beriya rûniştinê li hev kiribûn ku ti xalên din li rûniştina parlamentoyê zêde nekin lê dema civînê dest pê kir, ew xal lê zêde kir.
Wê parlamentera PDKyê got, Alîkarê Serokê Parlamentoyê Ferhad Etrûşî û parlamenterên PDKyê nerazîbûn nîşan daye û paşê rûniştin terikandiye, ji ber ku posta Sererkan para Kurdan e û ew karê îro hatiye kirin li dijî prensîbên destûrê bû.
Berdevkê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Daner Ebdulxefar ji Rûdawê re ragihand, fraksiyonên Kurdistanî li ser wê mijarê civiyane û dê daxuyaniyeke hevbeş belav bikin.
Derbarê rûniştinên meha Remezanê de jî, Parlamentoya Îraqê biryar da ku hemû rûniştin demjimêr 21:00ê êvarê bên kirin.
Lîsteya komîteyan
Navên komîteyên daîmê yên Parlamentoya Îraqê ku di rûniştina îro de deng li ser wan hatiye dayîn ev in:
1- Komîteya Yasayî
2- Komîteya Darayî
3- Komîteya Ewlehî û Parastinê
4- Komîteya Destpakiyê
5- Komîteya Petrol, Gaz û Çavkaniyên Xwezayî
6- Komîteya Pêwendiyên Derve
7- Komîteya Xizmetguzarî û Avadankirinê
8- Komîteya Kareba û Enerjiyê
9- Komîteya Aborî, Pîşesazî û Bazirganiyê
10- Komîteya Veberhênan û Bipêşxistinê
11- Komîteya Tenduristî û Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbir
12- Komîteya Herêm û Parêzgehên ne di çarçoveya Herêmê de, Plandanan, Bernameya Hikûmetê û Ewqafê
13- Komîteya Veguhastin, Gihandin û Birêvebirinê
14- Komîteya Rewşenbîrî, Ragihandin, Geştûguzar û Şûnwaran
15- Komîteya Perwerdeyê
16- Komîteya Xwendina Bilind
17- Komîteya Çandinî, Çavkaniyên Avê û Jîngehê
18- Komîteya Kar, Rêxistinên Civaka Sivîl, Xizmeta Giştî ya Federal, Ciwan û Werzişê
19- Komîteya Koç, Koçberan, Lihevhatina Civakî û Eşîran
20- Komîteya Şehîd, Qurbanî û Girtiyên Siyasî
21- Komîteya Mafên Mirovan, Jin, Malbat û Zarokan
22- Komîteya Deriyên Sînorî û Parastina Berhema Niştimanî