Krîza mezin a li Parlamentoya Îraqê: Kurdan rûniştin protesto kir

Hewlêr (Rûdaw) - Rûniştina Parlamentoya Îraqê bû qada pevçûneke tund a di navbera Serokê Parlamentoyê Heybet Helbûsî û Cîgirê wî Ferhad Etrûşî de.

Ferhad Etrûşî bi pirsa "Hevsengî li kû ye?" nerazîbûn nîşan da û Helbûsî jî jê re got, "Tiştê ji destê te tê bike."

Di rûniştina 10an a Parlamentoya Îraqê de, dema ku li ser mijarên asayî dan û standin dihatin kirin, Serokê Parlamentoya Îraqê Heybet Helbûsî gaveke "çaverênekirî" avêt û vê gavê salon kir qada pevçûnê.

Alozî piştî wê yekê derket ku Helbûsî xwest ji bo tayînkirina Serokatiya Erkanê Giştî û Şaredariya Bexdayê dengdan were kirin.

Ev her du mijar berê di rojevê de nebûn lê bi îmzeya 72 parlamenteran li rojevê hatin zêdekirin.

Etrûşî: Ev sepandin e, hevsengî li kû ye?

Serokê Parlamentoya Îraqê Heybet Helbûsî lîsteya îmzeyan nîşan da û ragihand ku ew dê pêşî ji bo Şaredariya Bexdayê û paşê jî ji bo Serokatiya Erkanê Giştî dengdanê bikin.

Helbûsî bilez dengdan da destpêkirin û got "hatiye qebûlkirin."

Li ser vê yekê Cîgirê Serokê Parlamentoyê Ferhad Etrûşî rabû ser pêyan û midaxeleyî bûyerê kir.

Etrûşî diyar kir ku ev tayînkirin li ser bingeha lihevkirineke siyasî nînin û pirsî, "Birêz Serok, li ser vê mijarê lihevkirin çênebûye. Hevsengiya siyasî li kû ye?"

Helbûsî di bersiva xwe de got, "Ez pêbendî peyrewa navxwe me, ev xal li rojevê hatiye zêdekirin."

'Tiştê ji destê te tê bike'

Dema ku Etrûşî bi qêrîn got "Em vê qebûl nakin", Helbûsî bi tûjî bersiv da û got, "Tiştê ji destê te tê bike."

Li ser vê yekê Etrûşî bangî parlamenterên din kir û nerazîbûna xwe wiha domand:

"Wellehî em vê qebûl nakin! Ev der ne parlamento ye û ev tiştê tu dikî jî ne dengdan e.

Em ti tiştî qebûl nakin!"

Postekî krîtîk ji bo Kurdan

Mijara Serokatiya Erkanê Giştî ya Îraqê ji bo Kurdan xwedî girîngiyeke stratejîk û sembolîk e.

Di artêşa nû ya Îraqê de ku piştî sala 2003yan hat avakirin, ev post di kotaya Kurdan de bû.

Kurdan heta sala 2015an ev post bi rê ve dibir lê ji wê demê ve ev meqam di destê pêkhateya Şîeyan de ye.

Fraksiyonên Kurdî bawer dikin ku ev dengdan hewldanek e ku para Kurdan a di nav dewletê de bi temamî were dizîn.

Rûniştina parlamentoyê piştî protestoya parlamenterên Kurd û derketina wan a ji salonê bi krîzeke mezin bi dawî bû.