Tikrît: Amadekarî bo êrişeke berfireh
Selahedîn (Rûdaw)- Hêzên Iraqê bi armanca kontrolkirina bajarê Tikrîtê, xwe ji operasyoneke berfireh re amade dikin.
Qeymeqamê Tikrîtê Umer Tariq ji Rûdawê re ragihand: “Hêzên ewlehiyê yên Iraqê bi piştevaniya hêzên Heşdul Şebî û çekdarên eşîran û balafirên artêşê, xwe ji rizgarkirina Tikrîtê ji destê DAIŞê re amade dikin.”
Umer Tariq wiha got: “Îro li derdora Tikrîtê û li nêzîk Bêciyê, şerekî giran di navbera hêzên ewlehiyê û çekdarên DAIŞê de derket û di encamê de gellek çekdarên wan hatin kuştin.”
Tariq wiha domand: “Niha hêzên ewlehiyê li derdora Tikrîtê û li taxa Pîşesaziyê û li navçeyên Diyum û Qadisiyê hatine bicîh kirin.”
Herwiha Berdevkê hêzên Heşdul Şeibî, Ehmed Esedî di daxuyaniyekê de ragihand: “Qonaxa yekem a operasyona kontrolkirina Tikrîtê bi dawî hat û niha dê qonaxa duyem dest pê bike.”
Ehmed Esedî wiha got: “Me di qonaxa yekê de dît ku Tikrît wek senduqeke hesin e, ji ber ku DAIŞ hemû cade û kolan û mal tijî bombe kirine û dibe ku di dema êrişa me de ew bajêr bi yekcarî wêran bibe, ji ber wan bombeyên DAIŞê.”