Tikrît-4 kes ji aliyê DAIŞê ve hatin şerjêkirin

17-03-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çekdarên DAIŞê li bajarê Tikrîtê yê Iraqê, serê 4 kesan jêkirin. Eşîrên parêzgeha Selahedînê jî bang li xelkê wê deverê dikin, tevlî milîsên şîe bibin û li dijî DAIŞê şer bikin.

Berdevkê Encumena Eşîrên Selahedînê, Merwan Cebare îro (17ê Adarê) eşkere kir, çekdarên DAIŞê li nav bajarê Tikrîtê 4 kes şêrjêkirin.

Merwan Cebare da zanîn, yek ji kesên ku hatiye şerjêkirin him endamê Encumena Şaredariya Tikrîtê bû him jî efserê polîs bû.

Berdevkê Encumena Eşîrên Selahedînê bang li xelkê herêma Selahdînê ya Iraqê, ku pirranî sunnî ne, kir tevlî milîsên şîe bibin û li dijî DAIŞê şer bikin.

Li aliyekî din, Polîsê Selahedînê ragihand, îro li herêma Selahedînê di encama şerê DAIŞ û hêzên iraqî de 5 çekdarên DAIŞê û du polîsên iraqî hatin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst