Lûtkeya Erebî ya li Bexdayê dest bi karên xwe kir

Hewlêr (Rûdaw) - Lûtkeya Erebî ya Bexdayê dest bi karên xwe kir û li gor reşnivîsa civînê Iraqê 15 destpêşxerî amade kirine.

Lûtkeya 34an a Erebî ya li Bexdayê bi amadebûna serokên 22 welatên Ereb, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û çend nûnerên welatan Ewropayê  îro dest bi karên xwe kir.

Di lûtkeyê de gelek mijarên têkildarî welatên Erebî û herêmî wekî mijarên wekî şerê Xezeyê, alîkariya ji bo Libnanê û rûdanên li Sûriye û Yemenê bên gotûbêjkirin.

Serokê Sûriyeyê Ehmed Şe û Şahê Urdinê Şah Ebdullah beşdarî lûtkeyê nebûne.

Li lûtkeyê dê çend rûniştin bên kirin.

Gelekserkirde û serokên welatên Erebî her wiha hinek serokên welatên Ewropayê û rêxistinên navdewletî ji bo tevlî lûtkeyê bibin çûn Bexdayê kirine.

Di nav wan de Serokwezîrê Îspanyayê û Nûnerê Serokê Rusyayê jî heye.