Serokê Herêma Kurdistanê li Bexdayê ye

Hewlêr (Rûdaw)- Nûçegihanê Rudawê li Bexdayê ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê gihîşt Bexdaya paytexta Îraqê.

Serokê Herêma Kurdistanê li Bexdayê dê hevdîtinan bi hejmarek serokên welatan re bike ku ji bo Lûtkeya Komkara Erebî li paytexta Îraqê ne.

Serokatiya Herêma Kurdistanê eşkere kir ku Nêçîrvan Barzanî ji bo ziyareteke fermî gihîşt Bexdayê.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ji malpera Serokatiyê re got: "Ev serdana Serok Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Bexdayê, li ser vexwendina fermî ya Serokwezîrê Îraqa Federal Birêz Mihemed Şiya Sûdanî ye û di çarçoveya lidarxistina civîna Komkara Welatên Erebî de tê ku li Bexdayê birêve diçe."

Berdevkê Serokatiyê amaje bi wê jî kir ku ev vexwendina Serok Nêçîrvan Barzanî, dubarekirin û erêkirina amadebûna çalak a cenabê wî ye di hevkêşeyên herêmê de.

Dilşad Şehab dibêje geşta Nêçîrvan Barzanî her wiha nîşana amadebûn û cihê Herêma Kurdistanê ye di qadên dewleta federal de."

Biryar e piştî beşdariya Lûtkeya Komkara Erebî de, Serokê Herêma Kurdistanê biçe Tehrana paytexta Îranê.

Balyozê Komara Îslamî ya Îranê yê Bexdayê Mihemed Kazim Al Sadiq,  ji medyaya welatê xwe re ragihand ku di du rojên pêş de Nêçîrvan Barzanî dê biçe Tehranê.

Mihemed Kazim Al Sadiq amaje bi wê jî kir, armanca serdana Nêçîrvan Barzanî beşdariya (Kongereya Diyaloga Tehranê) de ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Siyasî û Navneteweyî ya Wezareta Karên Derve ya Îranê ve tê organîzekirin.

Kongre rojên yekşem û duşem 18. 05.2025 û 19.05. 2025 li Tehranê tê lidarxistin.

Serokê Navenda Lêkolînên Siyasî û Navneteweyî ya Wezareta Karên Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade jî eşkere kir ku ji 53 welatên cîhanê heyet bi mebesta beşdariya kongreyê hatine vexwendin.