Wezareta Petrolê ya Iraqê li ser hinardekirina petrola Kurdistanê bersiva Erdogan da

17-07-2023
RÛDAW
Nîşan Wezareta Petrolê ya Iraqê Recep Tayyîp Erdogan Hinardekirina Petrolê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Petrolê yê Iraqê nirxandina Serokomarê Tirkiyê ya ku dibêje hinardekirina petrolê ji ber ‘pirsgirêka hikûmeta navendî û bakurê Iraqê’ dest pê nekiriye red dike. Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê Basim Mihemed Uzeyr diyar kir ku di warê hinardekirina petrolê de ti pirsgirêkeke wan bi Herêma Kurdistanê re nîne û got, “Heman nêrînên me hene.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di Lûtketa NATOyê ya ku li Vilnius a paytexta Lîtvanyayê hat lidarxistin de bersiva pirsa Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno ya li ser destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê bo Tirkiyê dabû, “Di warê wergirtina petrola Iraqê de ti pirsgirêkên me nînin. Ew pirsgirêka heyî nakokiya li hundirê Iraqê ya di navbera hikûmeta navendî û hikûmeta bakurê Iraqê de ye.”

Wezareta Petrolê yê Iraqê Basim Mihemed Uzeyr di daxuyaniya heftane ya rojnamevaniyê de, bersiva pirsa Nûçegihanê Rûdawê yê di bersiva pirsa ku Erdogan dibêje rawestandina hinardekirina petrolê ji ber pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de got, “Na, ti pirsgirêkên me yên siyasî nînin. Heman nêrîna me ji bo dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji bo berjewendiya giştî heye.”

Li gorî rayedarên Iraqî, heta ku Hikûmeta Iraqê biryara Dadgeha Tahkîmê ya Parîsê dayîna 1.4 milyar dolaran ji bo Iraqê efû neke, Tirkiye naxwaze dest bi hinardekirina petrola Kurdistanê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst