ÎRAQ - Agir bi marketê ket, bi dehan kes şewitîn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kutê yê parêzgeha Wasitê ya Îraqê agir bi marketekê ket û di encamê de bi dehan kes şewitîn.
Birêvebiriya Polîsan a Kutê ragihand ku ji ber sedemeke ku hîn jî nayê zanîn agir bi "Hyper Marketa Kornîşê" ketiye û hemû tîmên parastina sivîlan û ên pêwendîdar hewl didin agir vemirînin.
Li gorî agahiyan bi dehan kes şewitîne.
Parêzgariya Wasitê jî derbarê agir daxuyaniyek da û diyar kir ku parêzgar Mihemed el-Meyahî bi xwe çavdêriya bûyerê dike.
Li gorî daxuyaniyê, tîmên Parastina Sivîl karîn xwe bigihîjin kesên ku li qata jorîn a avahiya ku agir pê ketiye asê mabûn.
Li gorî daxuyaniyê heta niha herî kêm 50 kesan canê xwe ji dest daye.
Hat zanîn ku di nav qurbaniyan de jin û zarok jî hene.
Avahiya ku agir pê ketiye sê qatî ye û di nav de xwaringehek jî heye.
#VÎDEO - Li ser ezîzên xwe digirî
— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 17, 2025
🛑 Li navçeya Kutê yê parêzgeha Wasitê ya Îraqê agir bi marketekê ket
🛑 Li gorî agahiyan herî kêm 50 kes mirine pic.twitter.com/DV8Fh14FXn