Wezîrê Parastinê ya Faransayê bo hêzên asmanî: Amade bin bo destwerdana leşkerî

 

Hewlêr (Rûdaw)- Fransayê gihîştina balafirên welatî xwe bo Iraqê û nûçeya encam dana hatin û çûyînê û çavdêrîkirina baregehên DAIŞê ji bal balafirên welatê xwe ve piştrast kir.

Fransa wek endamekî sereke di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî rêxistina DAIŞê de amadebûna xwe bo pêkanîna operasyonên asmanî li ser axa Iraqê diyar kiriye.

Ji bo vê mebestê Wezîrê Parastinê ya Faransayê Jean Yves le Drian daxwaz ji hêzên asmanî yên welatê xwe kir ku amadebin bo destwerdana leşkerî li Iraqê bo jinavbirina çekdarên DAIŞê.

Amaje bi vê yekê kir ew hevpeymaniya navdewletî bi tenê 39 welatan li xwe digre, lê ti amaje bi dema encamdana operasyonên hevpeymaniyê li ser DAIŞê neda.

Tê çaverê kirin hefteya bê ew opersyon li dijî rêxistina DAIŞê bi awayekî berfireh bên pêk anîn.

Artêşa Amerîkayê duh (16’ê Îlonê) ragihand, çeper û çekdarên DAIŞê li nêzîkî Paytexta Iraqê Bexdayê, ji aliyê balafirên şer ên wî welatî ve hatin bombebarankirin û ew operasyon wek destpêka êrişên hevpeymaniya navdewletî li dijî çekdarên DAIŞê tê dîtin.