Malîkî spasiya hinek aliyên kurdî kir
Bexda (Rûdaw) – Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malîkî kontrolkirina Kerkûkê ji aliyê Heşda Şeibî ve pîroz kir û got: “Spas û rêza min ji bo wan aliyên kurdî heye, ku selmandin ew li dijî parçebûna Iraqê ne.”
Piştî kontrolkirina bajarê Kerkûkê ji aliyê hêzên Heşda Şeibî û hêzên iraqî ve, Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malîkî peyamek weşand û got: “Ji ber vê serkeftina mezin a destûrî, pîrozbahiyê li hemû gel û pêkhateyên Iraqê dikim, ku ji bo parastina serwerî, yekîtiya xak û samanên Iraqê tekoşîn kirin.”
Malîkî di peyama xwe de spasiya artêş, polîs, Heşda Şeibî û pêşmerge kiriye, ku bi gotina wî “ji bo piştgiriya destûr û serweriya yasa, li dijî giştpirsiya Kurdistanê û parçebûna Iraqê” sekinîne.
Malîkî herwiha got: “Ji vir spasî rêzên xwe ji bo wan alî û partiyên kurdî tînim ziman, ku dilsoziya xwe ya li gel nîştîman nîşan dane û li dijî îradeya parçekirinê sekinîne.”
Hêjayê gotinê ye, ku piştî çend rojên dorpêçê, roja 16-10-2017ê çekdarên Heşda Şeibî û hêzên iraqî bi fermana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî êrîşê Kerkûkê kirin û bajêr kontrol kirin.