Galeriya wêneyan

17-10-2020
19 Photos

Rûdaw / AFP

Îro Şemî 17ê Cotmeha 2020, hejmarek ji alîgirên Heşda Şeibî êrîşî avahiya Liqa 5 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya li Bexdayê kirin û şewitandin. Di dîmenên vîdyoyî yên dema êrîşê de, tê dîtin ku alîgirên Heşda Şeibî, ji bilî şewitandina baregeha PDKê, Ala Kurdistanê jî dişewitînin û flamaya Heşda Şeibî li ser avahiyê bilind dikin.

Li ser vê bûyerê gelek karvedan çê bûn û berpirsên Herêma Kurdistanê bi tundî bûyerên îro yên li Bexdayê şermezar kirin û ragihandin, ku divê di demeke herî nêzîk de saziyên peywendîdar ên Iraqê derbarê bûyerê de lêkolînê bikin û lêpirsînê li gel êrîşakaran bikin û bikerên êrîşê ceza bikin.