Beşîr Hedad: Iraq dê ji bo awareyên li Kurdistanê petrola spî bişîne

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê Beşîr Hedad ragihand ku piştî civîna li gel Wezîrê Petrolê yê Iraqê biryar daye ku di çend demjimêrên bê de petrola spî ji bo awareyên Herêma Kurdistanê bişîne.

 

Beşîr Hedad duh bi mebesta dabînkirina petrola spî ji bo awareyan serdana Wezîrê Petrolê yê Iraqê kir û piştî civînê got: “Me daxwaz kir ku di demeke herî nêz de neftê ji bo awareyan dabîn bike. Di rûniştinê de Wezîrê Petrolê yê Iraqê biryar da ku di demeke herî nêz de nefta spî bişîne kampên aware û penaberên li Herêma Kurdistanê.”

 

Li ser beşa budceyê ya Herêma Kurdistanê jî, Beşar Hedad behsa wê yekê kir: “Ne merc e ku hemû wan pereyan bihevre werin dayîn. Para Pêşmerge cuda û parên din jî cuda têne şandin. Eger pereyên ku hatine ji wê pereyê diyarkirî kêmtir be, dê yên din jî werin dayîn.”

 

Cîgirê Serokê Parlementoyê herwiha got: “Yasaya budceyê ya 2019an di Rojnameya Weqaî ya Iraqê de hatiye belavkirin û ketiye warê cîbicîkirinê. Ji 01-01-2019an ve hemû heq û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê têne şandin.”

 

Li ser rakirina xalên gumrikî yên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê, Ofîsa Ragihandinê ya Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê Beşîr Hedad dibêje: “Piştî ku biryar ji Parlementoya Iraqê derket, hikûmet jî biryara cîbicîkirinê da, hemû xalên gumrikê yên neyasayî hatin rakirin û pênaseya gumrika yekgirtî jî tê cîbicîkirin.”