Îraqê amadehiyên darizandina DAIŞiyan temam kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Îraqê amadehiyên darizandina endamên DAIŞê yên ku ji Sûriyeyê hatine veguhastin bi dawî kirin.
Serokê Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ragihand ku lêpirsîna destpêkê ya 500 gumanbaran temam bûye û 157 zarokan bişînin navendên rehabîlîtasyonê.
Hikûmeta Îraqê pêvajoya darizandina endamên DAIŞê yên ku ji Sûriyeyê birine zelal dike.
Serokê Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê Korgeneral Saad Maan diyar kir ku pêvajoya yasayî dest pê kiriye û bi sedan dosye ji bo dadgehê amade ne.
"Lêpirsîna 500 gumanbaran temam bû"
Saad Maan ji medyaya fermî ya Îraqê re got, “Dadgeha Lêpirsînê ya Yekem a Kerxê, di bin çavdêriya dadwer û lêkolerên pispor de lêpirsîna destpêkê ya 500 girtiyên DAIŞê yên ji Sûriyeyê hatine anîn temam kir.”
Maan diyar kir ku dosyayên girtiyan li gorî giraniya tawan û asta metirsiya wan hatine cudakirin û dê darizandin mehên bê dest pê bikin.
157 zarok hatin veqetandin
Saad Maan li ser rewşa zarokên (kesên temenbiçûk) di nav girtiyan de jî ev agahî dan:
“Di nav endamên rêxistinê de 157 zarok hatin veqetandin. Ji van tenê du kes welatiyên Îraqê ne.
Dosyayên van zarokan ji Dadgeha Lêpirsînê ya Zarokan a Kerxê re hatin şandin.
Li gorî pîvanên yasayî û mirovî yên Îraqê, ev kes nayên şandin girtîgehan, dê li navendên çaksazî û rehabîlîtasyonê werin bicihkirin.”
Dê li gorî yasayên Îraqê bên darizandin
Maan tekez kir ku dê hemû pêvajoya darizandinê li gorî Yasaya Cezayê ya Îraqê were birêvebirin û got:
"Biryarên dadgehê û bicihkirina cezayên wekî girtîgeh an îdamê dê tenê li ser axa Îraqê pêk werin."
Maan bi bîr anî ku li gorî Madeya 6an a Yasaya Cezayê ya Îraqê, desthilata Bexdayê heye wan kesên ku li ser axa wê tawan kirine darizîne û lê zêde kir ku piştî bidawîbûna pêvajoya darizandinê dê bi rêya kanalên dîplomatîk bi welatên wan gumanbaran re hevahengî were kirin.
5 hezar û 704 girtî hatin veguhastin
Piştî şerê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û artêşa Sûriyeyê de û rûdanên li herêmê, li ser daxwaza hikûmeta Îraqê, hêzên Amerîkayê 5 hezar û 704 girtiyên DAIŞê ji kampên Sûriyeyê veguhastibûn Îraqê.
Ev kes hemû niha di Girtîgeha Navendî ya Bexdayê de ne.
Li gorî rayedarên dadwerî yên Îraqê, di nav girtiyan de welatiyên welatên Rojavayî yên wekî Almanya, Holenda, Belçîka, Fransa, Awisturya, Spanya, Swîsre, Danîmarka, Polonya, Rûsya, Ukrayna, Awistralya, Kanada, Amerîka, Afrîkaya Başûr, Zelanda Nû û Brîtanyayê hene.