Îraq - 13 parêzgarên berê hatin darizandin
Hewlêr (Rûdaw) - Di meha sibatê li Îraqê ji ber gendeliyê 38 biryarên desteserkirin û darizandinê hatine derxistin.
Herwiha 13 parêzgarên berê yên Îraqê hatin darizandin.
Desteya Destpakiya Îraqê îro amarên biryar û lêkolînê meha Sibatê yên derbarê berpirsên berê û yên niha yên Îraqê belav kirin.
Desteya Destpakiyê ya Îraqê ragihand ku di meha sibatê de 38 biryarên desteserkirin û lêpirsînê li ser dosyayên gendeliyê hatin derxistin ku 37 biryar li dijî berpirsên pilebilind ê Îraqê bûne.
“6 biryarên desteserkirinê hatin dayîn”
Li gorî daxuyaniya Desteya Destpakiyê ya Îraqê, 32 biryar derbarê lêpirsînê hatine derxistin û 6 biryar jî derbarê desteserkirinê bûn.
Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin biryara desteserkirin û lêpirsînê ji bo van kesan hatiye derxistin:
“Wezîrekî berê, alîkarê wezîrekî niha, parlementerekî niha, 22 rêveberên giştî yên berê, 9 rêveberên giştî yên niha û 13 parêzgarên berê yên Îraqê.”
Li gorî Rêxistina Navneteweyî ya Şefafiyetê (Transparency International) di nav 180 welatên herî zêde neşefaf û gendel de Îraq di rêza 157emîn de cih digire.