Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Heşdî Şebiyê ragihand ku îro êrişî du baregehên wan ên li parêzgeha Enbarê ya Îraqê hatiye kirin.
Di encama êrişan de 3 çekdarên wan hatine kuştin û çend çekdarên din jî birîndar bûne.
Berpirsekî îdarî yê Enbarê diyar kir ku baregeha fermandariya operasyonan a Heşdî Şebiyê ya li qezaya Qaîmê hatiye bombebarankirin.
Li gorî daxuyaniya Desteya Heşdî Şebiyê, îro demjimêr 16:10an baregeha Qasim Muslihê Fermandarê Operasyonan a Enbarê hatiye bombebarankirin.
Ev baregeh li qezaya Qaîmê ya rojavayê parêzgeha Enbarê ye.
Her wiha baregeha Fewca Duyem a Lîwaya 45an a Heşdî Şebiyê jî rastî bombebaranê hatiye.
Heşdî Şebiyê amarên destpêkê yên qurbaniyan belav kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di encama wê bombebaranê de 3 çekdarên Heşdî Şebiyê hatine kuştin û hejmareke çekdaran jî birîndar bûye.
Qaymeqamê Qezaya Qaîmê ya Parêzgeha Enbarê Turkî Mehlawî jî ji Rûdawê re axivî.
Turkî Mehlawî piştrast kir ku baregeha operasyonan a Heşdî Şebiyê ya li qezaya Qaîmê ya rojavayê Enbarê hatiye bombebarankirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse