Wezareta Petrolê ya Îraqê: Hinartina petrolê dê çend rojên din dest pê bike

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Petrolê ya Îraqê Sahib Bezûn diyar kir ku piştî vekirina Tengava Hurmizê ew bi şirketên mezin û keştiyên petrolhilgir re di pêwendiyê de ne ji bo destpêkirina hinartina petrolê.

Sahib Bezûn ji Rûdawê re got, "Hemû bîrên petrolê ji bo wê mebestê amade ne."

Berdevkê Wezareta Petrolê ya Îraqê ji Sahib Bezûn ji Rûdawê re got, "Me pêwendî bi keştiyên petrolhilgir û şirketên mezin re kiriye bi mebesta îmzekirina girêbestan.

Derî vekirî ye û di nava çend rojên kêm ên bê de em dê hinartina petrolê dest pê bikin."

Berdevkê Wezareta Petrolê got, "Hemû parzûngehên petrolê di asta herî bilind a amadehiyê de ne ji bo destpêkirina hinartinê.

Sahib Bezûn amaje bi wê yekê jî kir ku Îraq plan dike girîngiyeke tam bide dergeh û rêyên din ên hinartinê da ku petrola xam di rêya wan re hinarde bikin.

Berdevkê Wezareta Petrolê ya Îraqê bal kişand ser girîngiya lezkirina di destpêkirina hinartinê de û got, "Em çi qas lezê di hinartinê de bikin ji bo welat baştir e, çimkî ev dibe sedema komkirina dahateke zêde ji bo dewletê."

Li gorî gotina Sahib Bezûn, ev gav ne tenê ji bo dahata darayî ye, belkî bandoreke wê ya rasterast li ser jiyana welatiyan jî dibe, çimkî "alîkar dibe di dabînkirina pêdiviyên bazara navxwe ya ji bo gaza şil a malan û gaza xwezayî ku ji bo berdewamiya xebata wêstgehên hilberîna kehrebeyê gelekî pêwîst e."

Hinartina petrola başûrê Îraqê, Kerkûk û parzûngehên Herêma Kurdistanê di meha Adara 2026an de 18,6 milyon bermîl petrol bû, di demekê de ku meha Sibata 2026an zêdetirî 99,8 milyon bermîl bûye.

Tengava Hurmiz rêya sereke ya hinartina petrola Îraqê ye ji bo bazarên cîhanê û nêzîkî ji sedî 90î petrola Îraqê di rêya wê tengavê re tê hinartin.