GEYARE - DAIŞê êrîşên xwekujî pêk anî
Geyare (Rûdaw) – Operasyona kontrolkirina navçeya Geyare berdewam dike û çekdarên DAIŞê jî bi rêya 3 otomobîlên bombebarkirî li dijî Artêşa Iraqê êrîşên xwekujî pêk anî.
Peyamnêrê Rûdawê ji Geyare ragihand ku Artêşa Iraqê di çarçoveya Operasyona Geyareyê de ji çend aliyan ve êrîşê gundê Osece kiriye.
Peyamnêrê me diyar kir ku firokeyên hevpeymanan jî bi berdewamî çeperên DAIŞê yên li vî gundî bombebaran dikin.
Bi kontrolkirina gundê Oseceyê Artêşa Iraqê dikare bigehe pira Geyare.
Peyamnêrê me da zanîn ku çekdarên DAIŞê ji bo pêşiya vê operasyonê bikin, bi rêya 3 otomobîlên leşkerî ve êrîşên xwekujî pêkanîne.
Roja 18ê Hezîranê bi pêşengiya Wezîrê Berevanî ya Iraqê Xalid Ubeydî, Artêşa ıraqê dest bi pêvajoya operasyona rizgarkirina navçeyên Geyara û Şergatê kir.
Artêşa Iraqê di 3ê Tîrmehê de bi operasyonekê Firokexaneya Geyare kontrol kiribû. Herwiha artêşê gundên Mahelê, Hesriye û Kerame rizgarkiribû û gihiştibû pira Geyare.
Navçeya Geyara yek ji mezintirîn navçeya Iraqê ye û 60 km li başûrê bajarê Mûsilê ye. Beriya dagirkirina DAIŞê hejmara şêniyên vê navçeyê 250 hezar kes bûn.