Ji Dadgeha Bilind a Iraqê biryara referandûmê

Bexda (Rûdaw) – Dadgeha Bilind a Iraqê daxwaz kir, ku referandûma 25ê Îlonê ya ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê neyê kirin.  

Dadgeha Bilind a Iraqê derbarê referandûma Başûrê Kurdistanê de biryareke demkî da û daxwaz kir, ku karê referandûmê were sekinandin.

 

Berdevkê Dadgeha Bilind a Iraqê Îlyas Samûk, îro (18-09-2017), bi daxuyaniyekî ragihand: “Dadgehê û endamên dadgehê, daxwazên ji bo rawestandina biryara referandûma Herêma Kurdistanê û herêmên nakok hatibûn lêkolîn kir. Li ser vê yekê biryar da referandûma 25ê Îlonê neyê kirin.”

 

Samûk got: “Heta dadgeh biselmîne ka ev referadnûm li dijî destûrê ye yan na û dozen derbarê wê de bigihin encamê, divê referandûm neyê kirin.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja 7ê Hezîranê li gel partiyên siyasî yên Herêma Kurdistan3e civiya û di civînê de biryar hate dayîn, ku roja 25ê Îlona 2017ê ji bo serxebûna Başûrê Kurdistanê referandûm were kirin.

 

Parlamentoya Iraqê biryara redkirina referandûmê da û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî ragihandibû, ku ew encamên referandûmê qebûl nakin.