Hevya Sor a Iraqê: Herî kêm 70 hezar iraqî ji Sûriyê vegeriyane

18-11-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Heyva Sor a Iraqê ragihand, ji destpêka alozî û şerê Sûriyê ve heta niha nêzîkî 70 hezar penaberên iraqî ji Sûriyê vegeriyane welatê xwe.

Li gorî nûçeya rojnameya Sebah a iraqî, yek ji berpirsên Heyva Sor a Iraqê bi nave Yasîn Ehmed Meimûrî li bajarê Sîdnî yê Awustralyayê di daxuyaniyekê de ragihand ku Heyva Sor a Iraqê ji par ve heta niha alîkarî daye nêzîkî 70 hezar penaberên iraqî yên ku ji Sûriyê vegeriyane welatê xwe.

Yasîn Meimûrî her wiha da zanîn, li nav bajarê Şamê yê Sûriyê jî sê bingehên tenduristiyê ji iraqiyên ku li Sûriyê dijîn, vekirine her wiha saziya wan alîkarî daye zêdetirî 200 hezar penaberên sûrî yên reviyane Iraqê.

Serokê saziya Heyva Sor a Sûriyê Ebdurehman Etar ku di civîna rojnamevaniyê de amade bû, diyar kir ku ew saziyeke bêalî ne û girêdayî ti rêjîmekî nînin û alîkariyên ku didin penaberan jî xwebexş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst