Milîsên şîe: Heta hefteya bê Tikrît dê ji DAIŞê were standin

Hewlêr (Rûdaw) – Milîsên şîe ku wek Heşd el-Şeibî tên nasîn, dibêjin, dê heta hefteya bê tevahiya parêzgeha Selahedînê ya Iraqê ji destê DAIŞê were derxistin.

Zêdetirî 2 hefteyan e operasyona standina parêzgeha Selahedînê bi taybet bajarê Tikrîtê ji aliyê hêzên artêşa Iraqê û milîsên şîe ve didome.

Berdevkê Heşd el Şeibî, Kerîm Nûrî ji Rûdawê re got, Hewza Hemrînê, Tilgesêbe, bajarokê Elem, Dor, Elboecîl û gellek deverên din ên dora bajarê Tikrîtê ji destê çekdarên DAIŞê hatine standin.

Kerîm Nûrî diyar kir, ji ber ku çekdarên DAIŞê her derê bajarê Tikrîtê tijî mîn û bombe kirine ew nikarin derbasî nav bajêr bibin û wiha got: “Lê emê hefteya bê tevahiya parêzgeha Selahedînê bigirin.”

Li ser çek û cebilxaneya ku milîsên şîe û hêzên Iraqî di şerê Tikrîtê de bikar tînin jî Nûrî got, heman çekên ku di şerê Silêman Beg, Seidiye, Celewla, Zilûiye û Ceref Sexrê de hatibûn bikaranîn di şerê Tikrîtê de jî tên bikaranîn.

Berdevkê milîsên şîe, li ser hebûna fermandeyê hêza Quds a pasdarên Îranê Qasim Sulêmanî di şerê Tikrîtê de jî got, Qasim Sulêmanî jî mîna şêwirmendên amerîkî û ewropî karê xwe dike. Pêwîsitya me bi wî heye ji ber ku ezmûna wî di şer komên çekdar de zêde ye.