Baregehên Heşdî Şebiyê hatin bombebarankirin, kuştî û birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Nînowa (Mûsil) û Selahadînê baregeh û xalên leşkerî yên Heşdî Şebiyê vê sibehê hatin bombebarankirin.
Di bombebaranê de çend çekdarên Heşdî Şebiyê hatin kuştin û hinek jî birîndar bûn.
Heşdî Şebiyê ragihand ku îro sibehê li çend herêman êrişî hêzên wan hatiye kirin.
Êrişa li Deşta Nînowayê
Li gorî zanyariyan, li Deşta Nînowayê Yekîneya Çaran a girêdayî Lîwaya 30î ya Heşdî Şebiyê hatiye bombebarankirin.
Di encamê de çekdarek hatiye kuştin û 2 çekdarên din jî birîndar bûne.
Bêcî para şêr wergirt
Li navçeya Bêciyê ya parêzgeha Selahedînê êrişî Heşdî Şebiyê hat kirin.
Li gorî daxuyaniya Heşdî Şebiyê, li nêzîkî Balafirgeha Sîniyeyê ya li Bêciyê, êrişî xaleke Lîwaya 31ê (Rewta Rîsaliyûn) hatiye kirin.
Li wir jî çekdarek hatiye kuştin û çend kesên din jî birîndar bûne.
Her wiha li navçeya Bêciyê, baregeha Lîwaya Şeşan a Heşdî Şebiyê jî hatiye bombebarankirin û di encamê de 3 çekdar birîndar bûne ku rewşa yekî ji wan giran e.
Ev cara duyemîn e ku di nava rojekê de êrişî baregehên Heşdî Şebiyê yên li navçeya Bêciyê tê kirin.
Veguhestina birîndaran zehmet bû
Desteya Heşdî Şebiyê ragihand ku ji ber firîna berdewam a balafirên şer û dronan ên li asmanê herêmê, veguhestina birîndaran gelekî zehmet bûye.
Li gorî heman çavkaniyê, tîmên hawarçûnê di dema hewldana veguhestina birîndaran de çend caran rastî metirsiyê hatine û êriş li wan hatiye kirin.
Vê yekê jî kiriye ku operasyonên rizgarkirinê hêdî bimeşin.