Îraq ji bo vegerandina welatiyên xwe 3 geştên nû saz dike

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Veguhastina ya Îraqê ragihand ku ji bo vegerandina wan welatiyên Îraqî yên ku li New Delhiya paytexta Hindistanê asê mane dê 3 geştên nû bên sazkirin.

 Geşt dê ber bi Balafirgeha Ererê ve bin.

Berdevkê Wezareta Veguhastinê ya Îraqê Meysam Safî ji Rûdawê re got, "Geşt bi rêya balafirên Rêya Asmanî ya Îraqî îro û sibe tên kirin."

Berdevkê wezaretê daxwaz ji wan welatiyan û xelkê Herêma Kurdistanê yên ku dixwazin vegerin kir ku di demeke herî nêzîk de serdana ofîsa Rêya Asmanî ya Îraqî yan Balyozxaneya Îraqê ya li New Delhî bikin.

Ev yek ji bo temamkirina rêkarên birîna bîletan û geştê ye.

Ev geşt bi hevahengiya li gel Balyozxaneya Îraqê ya li Erebistana Siûdî hatine birêkxistin û welatî dê ji bo Balafirgeha Ererê werin veguhastin.

Heta niha Rêya Asmanî ya Îraqî di çarçoveya "Pira Asmanî" de şeş geştên din ji New Delhî û Qahîreyê ji bo Balafirgeha Ererê kirine.

Meysam Safî diyar kir ku di nava wan 6 karwanên berê de, 4 geşt ji New Delhî û 2 geşt jî ji Qahîreyê bûn ku tê de bi giştî 657 welatiyên Îraqî hatine vegerandin.