Hadî Amirî: Di êrişên li ser Heşdî Şebiyê de 60 kes hatin kuştin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hamî Amirî Heşdî Şebî Nînowa Bexda Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Nînowa û Bexdayê 2 barêgehên Heşdî Şebiyê hatin bombebarankirin û heta niha bi kêmanî 60 çekdarên Heşdî Şebiyê hatine kuştin.

Her çi qasî Desteya Heşdî Şebiyê bêje zererên canî tune ne, Serokê Rêxistina Bedirê Hadî Amirî ragihand ku di êrişan de zêdetirî 60 kes hatine kuştin.

Îşev barêgeheke Heşdî Şebiyê ya li devera Xabatê ya Nînowayê hate bombebarankirin.

Çavkaniyeke ku ji Nînowayê ji Rûdawê re ragihand ku ev barêgeh berê hatibû valakirin, lewma ti zererên canî çênebûne.

Êrişa duyem li bakurê Bexdayê, li dijî barêgeha Lîwaya 12an a Heşdî Şebiyê ya li devera Ebû Behrê ya li herêma Tarmiyeyê hate kirin.

Desteya Heşdî Şebiyê ya Îraqê diyar kir ku di vê êrişê de tenê zererên madî çêbûne.

Divê were gotin ku Lîwaya 12an a Heşdî Şebî girêdayî Tevgera Nûcebayê ye ku Ekrem Kaibî serokatiya wê dike.

Hadî Amirî: Di êrişan de 60 kes hatine kuştin

Li aliyê din, Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedirê Hadî Amirî derbarê bombebarankirina barêgehên Heşdî Şebiyê de daxuyaniyek belav kir.

Amirî, Amerîka û Îsraîl bi van êrişan tawanbar kirin û daxwaz ji parlamento, hikûmet û Wezîrê Karên Derve yê Îraqê kir ku rê li ber êrişên wiha bigirin.

Hadî Amirî di berdewamiyê jî de got, "Di encama van êrişan de zêdetirî 60 kes hatine kuştin û 100 kesên din jî birîndar bûne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst