Sûdanî bangî NATOyê kir: Nebe aliyekî şerê li dijî Îranê

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mihemed Şiya Sûdanî Îraq Heşdî Şebî NATO
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihand ku Heşdî Şebî hêzeke bingehîn a Îraqê ye û li gorî qanûnê dixebite.

Sûdanî her wiha daxwaz ji NATOyê kir ku welatên endam nebin aliyekî şerê Îranê.

Hevdîtina li gel Heşdî Şebî

Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro li baregeha Desteya Heşdî Şebî li gel Falih Feyaz û berpirsên din ên desteyê civiya.

Sûdanî di civînê de diyar kir ku tawanbarkirina Heşdî Şebîyê bi karkirina li derveyî qanûnê, ji ber ne têgihiştinê ye yan jî bi qest e.

Heşdî Şebî hêzeke bingehîn e ku di bin siya destûr û qanûnê de dixebite.”

Sûdanî tekez kir ku hikûmet li hemberî ti êrişa li ser Heşdî Şebî yan hêzên din ên çekdar bêdeng namîne.

Serokwezîrê Îraqê ji hêzên ewlehiyê xwest ku parastina navendên dîplomatîk û saziyên giring bikin û ew rê nedin Îraq bikeve nav şerê herêmê.

Peywendiya bi Sekreterê Giştî yê NATOyê re

Li aliyê din, Serokwezîrê Îraqê bi rêya telefonê bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte re axivî.

Sûdanî daxwaz ji Mark Rutte kir ku welatên NATOyê nebin beşek ji şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê.

Sûdanî piştgiriya Îraqê ya ji ji bo hewlên navneteweyî yên ji bo rawestandina şer nîşan da û got:

“Pêwîst e, ji bo çareserkirina pirsgirêkan zimanê diyalogê were bikaranîn, ne ku serî li rêkarên serbazî were dayîn.”

Serokwezîrê Îraqê her wiha ragihand ku ew rê nadin ax yan asmanê Îraqê ji bo êrişkirina ser welatên din were bikaranîn.

Mihemed Şiya Sûdanî destnîşan kir ku parastina balyozxane û nûnertiyên dîplomatîk erka wan a destûrî ye û hêzên wan ji bo vê yekê amade ne.

Ji 28ê Sibatê ve ku şerê Îranê dest pê kiriye, baregeh û Balyozxaneya Amerîkayê ya Îraqê bi mûşek û dronan tê armanckirin.

Amerîka û Îsraîl Heşdî Şebiyê bi van êrişan tawanbar dikin û navendên Heşdî Şebiyê yên li Îraqê bombebaran dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst