Îraq mehane heta 7 milyar dolaran zerer dike

19-04-2026
RÛDAW
Nîşan Îraq Petrol Hinartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber rawestandina hinartina petrolê ya ji benderên başûr, Îraq rûbirûyî krîzeke darayî ya mezin bûye.

Berdevkê berê yê Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand ku hilberîna petrolê ji sêyekê jî kêmtir bûye û welat mehane di navbera 5 heta 7 milyar dolaran de zerer dike.

Pisporê Wizeyê û Berdevkê berê yê Wezareta Petrolê ya Îraqê Asim Cîhad beşdarî bultena Aboriyê ya Rûdawê bû ku Mihemed Şêx Fatîh pêşkêş dike.

Asim Cîhad got, "Hilberîna petrola Îraqê ji 4 milyon û 300 hezar bermîlan daketiye milyonek û 200 hezar bermîlên rojane."

Li gorî gotina Asim Cîhad, hinartina petrolê ya ji başûr ku berê rojane 3,5 milyon bermîl bû, bi temamî rawestiyaye.

Asim Cîhad hişyarî da ku kêmkirina hilberîna petrolê bandoreke rasterast li ser sîstema elektrîkê dike û got:

"Her dema ku hilberîna petrolê kêm bibe, gaza hawreyî (gaza bi petrolê re derdikeve) jî kêm dibe.

Ev jî dabînkirina gazê ji bo rawestgehên elektrîkê rawestîn e."

Wî her wiha behsa hawirdekirina gaza Îranê kir û diyar kir ku ji ber rewşa şer ne cihgîr e.

Îran rojane tenê 500 heta 700 milyon sêcar gazê dişîne ku ev tenê beşeke biçûk ji pêdiviyên Îraqê tije dike.

Vî pisporê enerjiyê rexne li siyasetên berê yên hikûmetê girtin û got:

"Îraqê dikarî li welatên Asyayê yên wekî Çîn, Hindistan û Koreya Başûr petrolê embar bike lê ti gav ji bo vê nehatiye avêtin."

Asim Cîhad got jî, "Eger Îraqê embar kirê bikirna yan jî keştiyên dêwasa bi kar anîbûna, dê bikarîbûya 100 heta 300 milyon bermîlên petrolê li derve embar bike û di dema krîzê de bifiroşe."

Pirsgirêka "petrola reş" û hinardekirina bo Sûriyeyê

Berdevkê berê yê Wezareta Petrolê derbarê hinartina petrola reş bi rêya tankeran ji Sûriyeyê re got:

"Ji sedî 40ê berhema parzûngehên (rafînerî) kevn ên Îraqê dibe petrola reş.

Eger ev petrol zû neyê firotin, parzûngeh dê rawestin. Lewma Îraq neçar e bi tankeran û bi lêçûneke zêde wê hinarde bike."

Li gorî zanyariyên Rûdawê, niha rojane 500 heta 700 tankerên petrola reş di Deriyê Welîd re derbasî nav xaka Sûriyeyê dibin da ku ji Bendera Banyasê werin hinartin.

Asim Cîhad têkildarî êrişa li ser keştiyeke petrolhilgir a li Tengava Hurmizê ku petrola Îraqê hilgirtibû jî got:

"Berpirsyariya Kompanyaya SOMOyê li benderê diqede. Kiriyar berpirsyarê veguhastin û sîgorteyê ye.

Alaya Hindistanê bi wê keştiyê ve bû û girêdayî kompanyaya kiriyar bû."

Îraqê ji bo qerebûkirina hinek ji zereran berê xwe daye boriya petrola Herêma Kurdistanê.

Alîkarê Wezîrê Petrolê yê Îraqê Basim Mihemed Xuzeyr ji Rûdawê re got:

"Niha rojane bi awayekî giştî nêzîkî 200 hezar bermîl petrol (petrola Besra, Kerkûk û Herêma Kurdistanê) bi rêya boriyê tê hinartin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst